Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Di çalakiyên gerîayên YJA-Star’ê de 4 eskerên Tirk hatin cezakirin

 

GERÎLAYAN LI AVAŞÎN Û HEFTANÎNÊ DERB LI DAGIRKERAN DAN
HPG: DI ÇALAKIYÊN GERÎLAYÊN YJA-STAR’Ê DE 4 ESKERÊN TIRK HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan eşkere kirin.

HPG’ê ragihand, ku gerîlayan bi pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê li Avaşîn û Heftanê li dagirkeran dane.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin.

24’ê Tîrmehê li qada Xantûrê ya Heftanînê gerîlayan li dijî dagirkeran çalakiyeke sekvaniyê kirin.

Di encamê de dagirkerek hat kuştin.

HPG’ê ragihand ku gerîlayên YJA-Starê ev çalakî ji bo bîranîna fermandar Zelal Sîdem kirin.

Heman rojê gerîlayên YJA-Starê li dijî dagirkerên ji Girê Silêman diçûn Sirtê Navçela ya Avaşînê çalakî kirin.

Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Gerîlayan dagirkerên qedemeyekê vekişiyan careke din kirin hedef.

Li vir jî dagirkerek hat cezakirin.

Piştî çalakiyê dagirkeran alavên xwe yên leşkerî li naverastê hiştin û reviyan.

GERÎLAYAN LI AVAŞÎN Û HEFTANÎNÊ DERB LI DAGIRKERAN DAN
HPG: LI QADA GIRÊ SOR A AVAŞÎNÊ DRONEKE ARTÊŞA TIRK HAT XISTIN

Dîsa 24’ê Tîrmehê gerîlayan li qada Girê Sor li dagirkerên dixwesetin ber bi tunelên şer ve biçin dan.

Dagirkerên derb xwarin, neçar man qedemeyekê xwe vekişînin.

Her wiha Droneyeke artêşa Tirk li herêmê xistin.

Roja 25’ê Tîrmehê jî gerîlayan li dijî dagiken hewl didan bi teqemeniyan êrişî tunelên şer bikin çalakî kirin.

Di encama destwerdana xurt a gerîla de dagirkeran derb xwar û neçar man xwe vekişînin.

Di dema vekişînê de jî agir berdan qada daristanî ya li Girê Silêman.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên hewayî yên artêşa Tirk de jî ev agahî dan.

Êvara 24’ê Tîrmehê artêşa Tirk bi hawan û obusan bombe li qada Xantûrê ya herêma Avaşînê berandin.

Ji ber vê bombardûmanê agir bi qada daristanê ket, xisar li bax û baxçeyên sivîlan bû.

24’ê Tîrmehê gundê Orê yê nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê bi helîkopteran hat bombekirin.

Li herêma Avaşînê bi teqemeniyan êrişî tunelên şer ên li qada Werxelê kirin.

Li herêma Zapê jî bi helîkopteran êrişî girê şehîd Sîmko kirin.

HPG’ê da zanîn ku di van êrişan de tu zirar li hêzên gerîla nebûye..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv