Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Di bomberdimana 12 saetan de ti zirar li hêzên me nebû

 

TEVGERA DAGIRKIRINA METÎNA YA ARTÊŞA TIRK
HPG: DI BOMBERDIMANA 12 SAETAN DE TI ZIRAR LI HÊZÊN ME NEBÛ

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk û tevgera wê ya dagirkirina Metîna ev agahî dan:

23’yê Nîsanê di navbera saet 18 û 19’an de Girê Zendûra bi topên obusê hat bombekirin.

Di navbera saet 19 û nîv û 20 û nîvan de Girê Zendûra, qadên Derarê û Koordîne bi balafirên şer hatin bombekirin.

Piştî bomberdimanê artêşa Tirk xwest bi helîkopterên skorsky eskeran deyne Girê Zendûra û qada Derarê.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê helîkopterên Skorsky kirin hedef.

Li ser bersiva gerîla, helîkopter ji qadê dûr ketin.

Saet 5’ê şeveqê jî balafirên şer Girê Zendûra bi dijwarî bombe kirin.

Piştî bomberdimanê artêşa Tirk dîsa hewl da eskerên xwe deyne qadê.

Qereqolên artêşa dagirker ên li ser sînor jî Girê Zendûra û qada Derarê bi topên obûs û hawanan bombe kirin.

Dîsa 23’yê Nîsanê ji 21 û nîv heta nîvê şevê bejahiya gundê Bêşilî bi balafirên şer hat bombekirin.

Li hemberî van êrişên berfireh hêzên gerîla berxwedaneke mezin kirin.

Di tevahiya êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv