ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
HPG: DI ÊRIŞAN DE TI ZIRAR LI GERÎLAYAN NEBÛ
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir, ku gelek qadên Avaşîn, Metîna û Zapê hatine bombekirin.
Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.
Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî êrişan ev agahî hatin dayîn:
6’ê Hezîranê Girê Zendûra, Gundên Kêste, Derarê, Deşîşê û Kela Qumriyê yên Metîna bi helîkopteran hatin bombekirin.
Heman rojê qadên Mamreşo û Mervanos ên Avaşînê bûn hedefên êrişên bombeyên helîkopteran.
6’ê Hezîranê jî Cîloya Biçûk a Zapê bi helîkopteran hat bombekirin.
7ê Hezîranê qereqolên artêşa dagirker ên li ser sînor qada Çemço ya Zapê bombe kirin.
Di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.