Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Di 24 saetên dawî de herî kêm 41 dagirker hatin kuştin.

 

LI ZAP Û AVAŞÎNÊ ŞERÊ PARASTINA KURDISTANÊ
HPG: DI 24 SAETÊN DAWÎ DE HERÎ KÊM 41 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê detayên berfireh ên şerê li Zap û Avaşînê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên HPG û YJA-Starê yên şerê parastina rûmeta Kurdistanê dikin, derbên giran li artêşa dewleta Tirk didin.

Agahî wiha ne:

Li Avaşînê…

18’ê Nîsanê dagirkerên berê xwe dan qada Werxelê, ketin bin kontrola gerîla.

Gerîlayan ji nêz ve bi bombeyên destan û çekên ferdî 5 caran li wan dan.

Her wiha 2 dronên li ser qadê difiriyan jî anîn xwarê.

Heman rojê dîsa dagirkeran hewl dan, bikevin qada Werxelê.

Gerîlayan bi bandor li wan dan.

Di tevahiya çalakiyan de 15 dagirker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li Zapê…

18’ê Nîsanê gerîlayan rê li dagirkerên berê xwe dabûn Girê Şehîd Ciwan girtin.

Hêzên gerîla paşê ketin nav wan û ji nêz ve li dagirkeran dan.

Heman rojê dagirkerên hewl dan dakevin Girê Çiyayê Reş 2 caran bûn hedefa çalakiyên sabotajê.

Dîsa 18’ê Nîsanê dagirkerên berê xwe dabûn Kurojaro bûn hedefa 3 çalakiyên sabotajê yên gerîla.

Heman rojê çalakiyeke sabotajê jî li dijî dagirkerên berê xwe dabûn Girê Şehîd Harûn hat lidarxistin.

18’ê Nîsanê eskerên Tirk ên berê xwe dabûn Girê Şehîd Şemdîn 4 caran bûn hedefa çalakiyên sabotajê.

Gerîlayên YJA-Starê heman rojê li Girê Şehîd Şemdîn ji nêz ve çalakiyeke koordînekirî li dar xistin.

18’ê Nîsanê 3 caran li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Ciwan çalakiyên sekvaniyê hatin lidarxistin.

Heman rojê hêzên gerîla li dagirkerên di navbera Girê Xeregol û Girê Şehîd Delîl de dan.

19’ê Nîsanê eskerên hewl didan li Girê Şehîd Ciwan bi çeper bibin, bûn hedefa çalakiyeke sekvanî.

Di tevahiya çalakiyan de li Zapê 26 dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndarbûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv