Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Dewleta Tirk xwezaya Kurdistanê dike hedef

 

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK
HPG: DEWLETA TIRK XWEZAYA KURDISTANÊ DIKE HEDEF

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku dewleta Tirk di van rojên dawî de bi zanebûn xwezaya Kurdistanê dike hedefa êrişên xwe.

Di daxuyaniyê de ev agahî cih girtin:

30’ê Gulanê artêşa Tirk eskerên xwe yên li ser Girê Şehîd Serxwebûn ê Zapê guhertin.

Bi awayekî hemwext qadên Cîloya Biçûk, Şamkê û Şehîd Tûfan ên Zapê bombe kirin.

Gerîlayan ji du milan ve bi çekên giran li helîkopterên êrişê dan.

Li ser bersiva gerîla, helîkopter ji qadê dûrketin.

Dîsa 30’ê Gulanê qada Kafiya ya herêma Garê bi balafirên şer hat bombekirin.

29’ê Gulanê qereqolên li ser sînor bejahiya gundê Hirorê yê Kanîmasî bi obusan bombe kirin.

Ji ber êrişê agir bi vê qadê ket.

30’ê Gulanê balafirên şer qada Basya ya herêma Avaşîbnê 3 caran bombe kirin.

Qereqolên li ser sînor jî heman qad bi obus û hawanan bombe kirin.

Li vê derê jî agir bi qada daristanî ket.

Dîsa 30’ê Gulanê qadên Çemço û Sîda yên Zapê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve hatin bombekirin.

Şewata ji ber bomberdimanê li van qadan derketî didome.

Heman rojê û 31’ê Gulanê qadên Kurojehro, Ciloya Biçûk ên Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.

Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî van êrişan wiha hat gotin:

DAGIRKERIYA TIRK QIRA XWEZAYA KURDISTANÊ TÎNE
HPG: DIVÊ WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN

Dagirkeriya Tirk karektera xwe ya talanker careke din bi birîna darên cografya Kurdistanî nîşan dide.

Li deverên ku dagir kirine bi destê çeteyan daran dibire.

Li deverên ku nikare xwe bigihîniyê, bi bomberdimanê dişewitîne.

Bax, bostan û zeviyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê, daristanên wan bi zanebûn dişewitîne û zirar dide.

Divê tevahiya saziyên pêwendîdar û welatparêzên Kurdistanê, li dijî vê polîtîkaya talanker a dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv