PÊNGAVA CENGA XABÛRÊ LI METÎNA
HPG: DAGIRKERÊN XWESTIN BIKEVIN ÇEPERÊN ŞER ÊN ZENDÛRA DERB XWARIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li Girê Zendûra yê Metîna ev agahî dan:
5’ê Hezîranê saet 10 û nîvan, artêşa Tirk bi kûçikên kamera bi serê wan ve hatî kirin, xwest bikeve çeperên şer ên Zendûra.
Gerîlayan li dijî dagirkeran çalakî kirin.
Bi bandor li wan dan û ew neçarî vekişînê kirin.
Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî êrişên dewleta Tirk û guhertina eskerên li Avaşîn û Metîna jî ev agahî hatin dayîn:
4’ê Hezîranê artêşa Tirk eskerên xwe yên li qadên Mamreşo û Mervanosê yên Avaşînê guhertin.
Heman rojê bi helîkopteran qada Herfa T ya Zapê hat bombekirin.
HPG’ê ragihand ku di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.