Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: ‘Dagirkeran nekarîn îradeya gerîla bişkînin vekişiyan’

 

BAZÊN ZAGROSÊ LI WERXÊLA AVAŞÎNÊ
HPG: DAGIRKERAN NEKARÎN ÎRADEYA GERÎLA BIŞKÎNIN VEKIŞIYAN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk di daxuyaniya xwe ya rojane de ev agahî dan:

Hêzên gerîla bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li herêma Avaşînê…

Dagirkeriya tirk 31’ê tebaxê ji 9 şefeqê heta 9 êvarê bi gazên bi jahr û 6 caran jî bi teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Wergêlê bombe kir.

Dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê bi pêş ve biçin di encama berxwedana gerîla de paşvekişiyan.

1’ê îlonê ango îro ji 8 û nîvê şefeqê ve jî Qada Berxwedanê ya Werxêlê bi gazên bi jahr hatiye bombekirin.

Li ser Qada Berxwedanê dron û balafirên keşfê digerin.

Der barê êrişên dagirkeriya tirk ên li herêmên din jî HPG’ê ev agahî dan;

31’û tebaxê saet ber bi 4’ê êvarê gundê Şiyê yê bajarokê Dînarte yê Akrê bi balafiran hatiye bombekirin. Heman rojê saet di navbera 11 û 1’ê şevê de li xeta Qaşûra yê Metîna liv û tevgera helîkopteran pêk hat.

31ê tebaxê balafirên şer û helîkopterên şer derdora gundên Bênavê, Dêşîşê û Seraro yên bajarokê Kanî Masî yê Amêdiyê, qadên Kela Qûmriyê û Girê Mozelan bombe kirin

Dîsa heman rojê ji 12 şevê heta 1 û nîvê şevê li ser qadên Girê Sor, Girê Spî, Girê Silêman, Mervanos û Tabûra Ereba yên Avaşînê helîkopter geriyan.

Di heman saetan de qada berxwedanê ya Werxelê bi helîkopterên êrişî hatiye bombekirin.

31’ê tebaxê ji 12’ê şevê heya 1’ê şevê Girê Şehîd Sîmko û Tîpa T ya Zapê

1’ê îlonê jî şefeqê saet di navbera 7 û 7 nîvan de qada Saca bi balafirên şer û helîkopterên êrişî hatine bombekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv