Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Artêşa Tirk di tunelên şer de li Girên Mamreşo û Şehîd Serdar ên Avaşînê têkşikest

 

HPG’Ê LI ZAPÊ Û AVAŞÎNÊ “PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ” RAGIHAND
“ARTÊŞA TIRK DI TUNELÊN ŞER DE LI GIRÊN MAMREŞO Û ŞEHÎD SERDAR ÊN AVAŞÎNÊ TÊKŞIKEST”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku hêzên wan li Zapê û Avaşînê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê dane destpêkirin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Hêzên me yên gerîla li dijî êrişa dagirkeriyê ya li Zapê û Avaşînê di berxwedaneke mezin de ne, ev pêngav ragihandin.

Agahiyên berfireh ên têkildarî çalakiyên li herêma Avaşînê wiha ne:

24’ê Nîsanê serê sibê artêşa Tirk xwest bikeve tunelên me yên şer li Girê Mamreşo.

Hêzên me çalakiyên bi bandor li dar xistin.

HPG’Ê “PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ” RAGIHAND
HPG: LI GIRÊN MAMREŞO Û ŞEHÎD SERDAR ÊN AVAŞÎNÊ HERÎ KÊM 11 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Artêşa dagirker a derbên giran xwarî, 4 caran neçar ma ji tunelan vekişe.

Heman rojê danê nîvro, hêzên me dagirkerên li ser tunelên şer kom bûbûn bi 2 çalakiyên sabotajê kirin hedef.

Li vir 9 dagirker hatin kuştin.

Dagirkerên nekarîn bipêşkevin û vekişiyan, kuçikekî kamera li ser berdan nava tûnelên şer.

Hêzên me dest danîn ser vê kamerayê.

Piştî nîvro gerîlayan careke din ji nêz ve li dagirkerên xwestin bikevin tunelan dan.

Kuştî û birîndarên dagirkeran çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.

Danê êvarî hêzên me bi du çalakiyên sabotajê careke din li dagirkeran dan.

Di çalakiyekê de eskerek hat kuştin.

Dagirkerên xwestin ji tunelên şer ji ber gerîlayan birevin, careke din bûn hedeaf çalakiyê.

Heman wextî, 2 çalakiyên sabotajê li dijî dagirkeran pêk hatin.

Li vê derê jî dagirkerek hat kuştin.

Gerîlayan piştî vê yekê ji nêz ve careke din li dagirkeran dan.

Hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zanîn.

Bi şev jî dagirkerên bi balafirên şer qad bi dijwarî bombe kirin, careke din xwestin bikevin tunela şer.

Gerîlayan ji nêz ve li dagirkeran dan, gelek kuştiyên wan çêbûn û careke din vekişiyan.

Dagirkerên ji hêzên me yên gerîla derbên giran xwarin, li Girê Mamreşo têkşikestin.

Ji ber vê yekê bi rêbazên qirêj û derveyî mirovahiyê xwestin encamê bi dest bixin.

Artêşa Tirk Xaza jehrê li dijî tunelên şer û çeperên gerîla bi kar anîn.

Tevî vê yekê jî dagirkeran nekarîn bikevin tunelên şer.

23’yê Nîsanê artêşa Tirk bi helîkopteran esker danîn ser qada Mervanos û Girê Şehîd Serdar.

24’ê Nîsanê dagirkeran xwestin bikevin tunela şer a li Girê Şehîd Serdar.

Gerîlayan bi bandor li dagirkeran dan û ew têkşikandin.

Piştî vê yekê artêşa dagirker 4 caran xaza jehrê avêt çeperên şer.

Dagirkerên paşê nêzî çepera şer bûn, 3 caran bûn hedefa çalakiyên sabotajê yên gerîla.

Gerîlayan ji nêz ve bi sîlehên ferdî jî li dagirkeran dan.

Artêşa Tirk derbeke giran xwar, kuştî û birîndar dan û ji qadê vekişiya.

Dîsa heman rojê an go 24’ê Nîsanê hêzên YJA-Starê dagirkerên li ser Girê Şehîd Serdar kirin hedef.

Li vir jî kuştî û birîndarên artêşa dagirker çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv