Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Artêşa Tirk bombeyên kîmyewî bi kar tîne

 

DEWLETA TIRK DERBÊN GIRAN DIXWE, SERÎ LI RÊBAZÊN QIRÊJ DIDE
HPG: ARTÊŞA TIRK BOMBEYÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG”ê di daxuyaniya xwe ya îro de ev agahî dan:

Dagirkerên nikarin li hemberî berxwedan û performansa şer a hêzên me encamê bi dest bixin, Avaşîn, Zap, Metînayê bi balafirên şer û helîkopteran bombe dikin.

Li rex bomberdimanê, dagirker li hemberî tunelên şer bombeyên kîmyewî bi kar tînin.

2’yê Gulanê li dijî çeperên şer ên li Girê Şehîd Serdar ê Avaşînê bombeyên kîmyewî hatin bikaranîn.

Heman rojê balafirên şer qada Dola Konferansê 2 caran bombe kirin.

Dîsa 2’yê Gulanê artêşa Tirk eskerên xwe danîn qada Mamreşo ya Avaşînê.

Heman rojê ji şev heta şeveqê li ser qela Bedewê ya Zapê livûtevgereke zêde û bomberdimana bi helîkopteran pêk hat.

3’yê Gulanê qela Bedewê bi balafirên şer hat bombekirin.

2 û 3yê Gulanê qadên Derarê, Kêste û Zendûra yên Metîna bi helîkopter û balafiran hatin bombekirin.

Di tevahiya van êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv