AGAHÎ JI KOMA GERÎLA YA PDK’Ê LI XELÎFANÊ ÊRIŞÎ WÊ KIRIBÛ NAYÊ GIRTIN
HPG: DI KOMÊ DE JI FERMANDARIYA EYALETA XAKURKÊ SERWER SERHAT JÎ HEYE
Daxuyaniya HPG’ê têkildarî mijarê wiha ye:
Me beriya niha jî bi daxuyaniyekê ji bo gelê xwe û raya giştî ragihandibû ku,
26’ê Tîrmehê li dora gundê Bêxme yê navçeya Xelîfanê têkiliya me bi komeke hevalên me re qut bûye.
Me xwestibû PDK têkildarî bûyerê agahiyekê bide.
Koma ku têkiliya me pê re qut bûye, koma hevalê me Serwer Serhat e, ku di Fermandariya Eyaleta Xakurkê de cih digire.
Li rex wî hevalên me Dijwar Berxwedan û Wargeş Çavreş hene.
Ev koma ji 3 gerîlayan bi meşê derketibûn rêwîtiya xwe.
Heval Serwer fermandarekî me ye, ku li Bakurê Kurdistanê di berxwedanê de bûye xwedî tecrûbe.
Dema weke fermandarê eyaletê berê xwe dabû Behdînanê ji bo cihê erka xwe ya nû, ji aliyê me ve hat tespîtkirin, ku li nêzî gundê Bêxme yê Xelîfanê bûye hedefa êrişê.
Lê encama bûyerê nehat zelalkirin.
Têkildarî aqûbeta van hevalên me, PDK’ê heta niha jî ti agahî nedaye me.
Em careke din bi girîngî ji raya giştî re parve dikin, ku divê têkildarî vê mijarê PDK’ê daxuyaniyekê bide.