JI GERÎLAYÊN YJA-STAR’Ê LI GEVERÊ ÇALAKÎ
HPG: 6 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN, WESAÎTEKE KIRPÎ HAT ÎMHAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên deleta Tirk eşkere kirin.
HPG’ê ragihand, ku gerîlayên YJA-Starê 27’ê Tîrmehê li navçeya Colemêrgê Geverê bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rabûne.
Li gorî daxuyaniyê…
Gerîlayên jin karwanekî wesaîtan ê artêşa dewleta Tirk a dagirker ê ji Geverê diçû Qereqola Wargenima kirin hedef.
Gerîlayan li navbera gundên Banê û Yekmala Jêr bi çalakiyeke sabotajê wesaîteke zirxî ya bi tîpa kirpî îmha kirin.
Di çalakiyê de herî kêm 6 dagirker hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya HPG’ê de encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî wiha hatin ragihandin:
ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: LI XAKURKÊ HERÎ KÊM DAGIRKEREK HAT CEZAKIRIN
27’ê Tîrmehê gerîlayan li navbera Girê Şehîd Derwêş û Gundê Xelîfan ên Xakurkê, bi çalakiyeke sabotajê li dagirkeran dan.
Di çalakiyê de eskerekî Tirk hat cezakirin.
Heman rojê artêşa Tirk tunelên şer ên li Girê Sor û Werxelê yên Avaşînê bi teqemenî û helîkopteran bombe kirin.
Artêşa dewleta Tirk 27’ê Tîrmehê quntarên Xantûrê bi helîkopterên êrişê bombe kir û agir bi qada daristanî ket.
Dîsa 27’ê Tîrmehê qada Şekîf a Xakurkê ji qereqolên li ser sînor hat bombekirin.
Balafirên şer û helîkopterên êrişî jî dîsa qadên Şekîf û Sinînê bombe kirin.
Li herêma Zapê jî qada Herfa T bi helîkopterên êrişê hat bombekirin.
Di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.