Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: 4 çeperên Tirk hatin imhakirin û 12 leşker jî hatin kûştin

 

Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê li Heftanîn, Xakurkê û Şirnexê li dijî hêzên dagirker ên Artêşa Tirk çalakî kirin.

Di çalakiya li Heftanînê de 4 çeperên Artêşa Tirk hatin îmhakirin û 9 esker hatin kuştin.

Li Bestayê 2 esker û li girê Lelîkanê jî leşkerek hat kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyek weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de gerîlayan 25’ê Nîsanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin.

Çalakî li ser girê Şehîd Şêxmûs pêk hat.

Gerîla ji 2 aliyan ve bi ser gir de girtin û ketin nava çeperên leşkeran.

Di çalakiyê de 4 çeperên li ser gir bi temamî hatin îmhakirin û 9 leşker hatin kuştin.

Her wiha 2 çekên MPT-55, 2 dûrbînên termal û cîhazeke ragihandinê ji ser leşkeran hatin rakirin.

2 çekên giran ên A-4, 3 kamerayên mobese û dûrbînek teleskopê jî hatin îmhakirin.

HPG’ê ragihand ku di vê çalakiyê de 3 hevalên me yên bi lehengî bi ser yekîneyên dijmin ve çûn şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wê piştre eşkere bikin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de jî gerîlayan 26’ê Nîsanê li herêma Xakurkê li dijî leşkerên li ser Girê Lelîkanê çalakiyek pêk anîn.

Gerîlayan derbên giran li yekîneya leşkeran xistin û leşkerek hate kuştin.

HPG’ê got gerîlayên çalakî kirin bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan.

Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de jî 23’ê Nîsanê li herêma Besta ya Şirnexê gerîlayan li dijî leşkerên li qada Eyşedinkê çalakî pêk anîn.

Di vê çalakiyê de derbên giran li leşkeran hat xistin û 2 leşker hatin kuştin.

HPG’ê got gerîlayên wan bi saxlemî vegeriyan baregehên xwe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv