Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, gerîla derb li wesaîta kontrayan da

 

LI HEFTANÎN, METÎNA Û ZAPÊ ÇALAKÎ
HPG: 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN, GERÎLA DERB LI WESAÎTA KONTRAYAN DA

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewş û şerê dawî yê li Zap, Metîna û Avaşînê agahî dan

Di daxuyaniya pêşî de agahiyên dawî yên têkildarî çalakiyên gerîla hatin dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê:

Gerîlayan wesayîta kontrayên malzemeyên leşkerî ji dagirkeran re dibirin li girê Koxê Mele Yehya xistin kontrola xwe.

1’ê Tebaxê ev wesaît bû hetefa gerîla.

2 dagirker hatin cezakirin û derb li wesaîta kontrayan hate xistin.

Artêşa Tirk demeke dirêj nekarî mudaxeleyî qada çalakiyê bike.

Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê:

3’ê Tebaxê gerîlayan ji nêz ve li çeperekî dagirkerên li girê Azad a qada Zendûrayê dan.

Di çalakiyê de çeperek hat îmhakirin.

Dagirkerek hat cezakirin, yek jî birîndar bû.

Heman rojê li qada Dêşîşê gerîlayan ji du milan ve li helîkoptera dagirkeran da.

Helîkopter neçar man ji qadê derkeve.

Di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Roja 3’ê Tebaxê gerîlayên YJA-Starê bi çekên giran li dagirkerên li girê şehîd Mûnzûr dan.

Gerîlayên jin bi awayekî serketî li hedefên dagirkeran xistin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên hewayî yên artêşa dewleta Tirk jî ev agahî dan.

Li herêma Avaşînê 3’ê Tebaxê tunelên şer ên li girê Sor û Werxelê bi teqemeniyan hatin bombekirin.

Heman rojê derdora gundên Kêste û Hirorê yên nahiya Kanî Masî ya girêdayî navçeya Amediyê.

Û qadên Kela Qumriyê ji aliyê helîkopterên êrişê ve hatin bombekirin.

Êvara 1’ê Tebaxê jî qada Keşan a Heftanînê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di navbera gundên Kerneheso û Ekûhê ya navçeya Bedlîsê Xîzanê jî bi awayekî sîstematîk daran dibire û qira daristanê tîne.

Her wiha di demsala baharê de bi beşdariya kontrayên ji gundên Yelîpir, Kekola, Akanûs, Sureh ên derdora Xîzanê kemîn li herêmê danîne..

HPG’ê da zanîn ku ev kemînên dagirkeran hatine pûçkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv