ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: 2 HEVALÊN ME LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ ŞEHÎD BÛN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 3 şehîdên Başûr û Bakurê Kurdistanê bi bîr anîn.
HPG’ê pêşî nasnameyên du şehîdên Başûrê Kurdistanê ragihandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Hevrêyên me Bawer Eruh û Ronî Dêrik 24’ê Tîrmeha 2021’ê li di bomberdimana li dijî herêmên parastinê yên medyayê de şehîd bûn.
Nasnameyên şehîdan wiha ne;
Mehmet Emîn Ekîncî bi nasnav Bawer Eruh li Sêrtê ji dayîk bûye.
MEHMET EMÎN EKÎNCÎ
BAWER ERUH
SÊRT
DÊ Û BAV: FATMA – METHÎ
24’Ê HEZÎRANÊ-2021
Mihemed Şefîq Îbrahîm bi nasnav Ronî Dêrik li Dêrikê ji dayîk bûye.
MIHEMED ŞEFÎK ÎBRAHÎM
RONÎ DÊRIK
DÊRIK
DÊ Û BAV: BÛŞRA – ŞEFÎK
24’Ê HEZÎRANÊ-2021
ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: HEVRÊYÊ ME CÎLO REŞO LI OMERIYA ŞEHÎD BÛ
Di dewama daxuyaniyê de HPG’ê ragihand, ku 5’ê Tebaxa 2021’ê li herêma Omeriya ya Mêrdînê gerîla Cîlo Reşo li dijî dagirkeriya Tirk bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye.
Nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:
Suleyman Ozturk bi nasnav Cîlo Reşo li Mêrdînê ji dayîk bûye.
SULEYMAN OZTURK
CÎLO REŞO
MÊRDÎN
DÊ Û BAV: MERYEM – ÎBRAHÎM
5’Ê TEBAXA 2021’Ê-MÊRDÎN
Di daxuyaniyê de yek bi yek qala her sê şehîdan, şoreşgerî û têkoşeriya wan hat kirin.
HPG’ê ji bo xelkê Dêrik, Dihê, Nisêbînê, malbatên wan û welatparêzên Kurdistanê sersaxî xwest û got:
Em soza xwe nû dikin, ku armanc û xeyalên şehîdan li ser rêça wan teqez bi ser bixin.