LI ZAPÊ BERXWEDANA DÎROKÎ YA GERÎLA
HPG: 2 HEVALÊN ME 29’Ê NÎSANÊ ŞEHÎD BÛN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku 2 gerîlayên YJA-Starê li herêma Zapê di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûn.
Di daxuyaniyê de wiha aht gotin:
Hevrêyên me Delal û Viyan li dijî hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya artêşa Tirk, bi xwebexşane şer kirin û şehîd bûn.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Delal Akpolat bi nasnav Delal Dilxweş li Mûşê ji dayîk bûye.
DELAL AKPOLAT
DELAL DILXWEŞ
MÛŞ
DÊ Û BAV: BESRA – EBEDDÎN
29’Ê NÎSANÊ – ZAP
Û Dîlan Akan bi nasnav Viyan Botan li Sêrtê ji dayîk bûye.
DÎLAN AKAN
VIYAN BOTAN
SÊRT
DÊ Û BAV: NEBEHAT – REŞÎT
29’Ê NÎSANÊ – ZAP
Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî şerê li dijî dagirkeriya Tirk ê li Zap, Heftanîn, Metîna û Avaşînê wiha hat gotin:
23’yê Nîsanê gerîlayên me yên leheng, bersiveke dîrokî bi berxwedanê dan tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk.
Dewleta Tirk a dagirker, careke din li hemberî şervanên azadiyê têkşikest.
Hevrêyên me Delal û Viyan jî ji kêliyên pêşî yên vê êrişê û pê ve, di refên pêş de cih girtin û çalakiyên bi bandor kirin.
Bûn pêşengên çalakiyên ku derbên giran li dijmin bên xistin.
Herî dawî hevrêyên me helîkopterên ku qad bombe dikirin, kirin hedef, berxwedaneke efsanewî kirin û nehêlan helîkopter nêzîk bibin.
Nehêlan dagirker li qadê bi cih bibin.
Berxwedana hevrêyên me ji bû mizgîniya meşa me ya serfiraziyê.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Soz didin, ku em ê bi bîranîna wan, têkoşînê bi serfiraziyê tacîdar bikin.