Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

NPG: 14’ê Tîrmehê roja rûmetê û misogeriya serkeftina têkoşîna azadiyê ye

 

SALVEGERA BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ
NPG: EW ROJA RÛMETÊ Û MISOGERIYA SERKEFTINA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE

Bi rasthatina salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê, Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel daxuyaniyek weşand..

Fermandariyê diyar kir ku ew di salvegera 39’an de 14’ê Tîrmehê weke roja rûmetê pêşwazî dikin û wiha got:

Pêşengên me Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Alî Çîçek ên ku bi vê çalakiya bi wate rabûn, misogeriya serkeftinê nîşanî me dan.

Ev hevrê ewçendî wêrek û fedekar bûn, di kêliya dawî ya jiyanê de wan xwe weke deyndarên gelê Kurd û canbexşên azadiya wî pênase kirin.

Fermandarî bibîr dixe ku pêşengên tevgera azadiyê Mazlum Dogan bi çalakiya xwe ya 21’ê Adara 1982’an çirûska Berxwedana pê xist û wiha dewam dike:

Li pey Mazlum Dogan, 17’ê Gulana 1982’an agirê bedena Çaran veguherî meşaleya azadiyê.

Û paşê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin bi sekna xwe ya bi rûmet cûntaya dewleta Tirk a faşîst têk birin.

Di encama vê berxwedana pîroz de, biryara vegera welat û pêngava 15’ê Tebaxê pêk hatin.

Gelê Kurdistanê ku 14’ê Tîrmehê weke ‘Roja Rûmetê’ pêşwazî dike, ev roj ji xwe re kiriye hîmê têkoşînê.

Gerîlayên azadiyê jî ji pêngava 15’ê Tebaxê ve, 37 sal in ji rêya berxwedana 14’ê Tîrmehê dûr neketine.

Tevgera me îro bi êrişên mezin re rû bi rû ye. Hêzên hegemonîk û faşîst ku nekarîn bi komploya navneteweyî bigihêjin armancên xwe, plan dikin tevgera me tine bikin.

Li hemberî van planan, gerîla bi îdeolojiya Apoyî û helwesta berxwedêr a 14’ê Tîrmehê bi şerekî mezin bersiva pêwîst didin.

Berxwedana Garê ku bi pêşengiya fermandar Şoreş Beytuşşebab û berxwedana Mamreşo bi pêşengiya hevrê Serhat Giravî û Sarya Diyar,

Berxwedana Aris Faris bi pêşengiya hevrê Diyana Marîa û Amara Cûdî,

Şerên li Heftanîn, Xakurkê, Avaşîn, Zap, Metîna û tevahiya Bakurê Kurdistanê nîşaneyên zindîmayîna rihê 14’ê Tîrmehê ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv