Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hozan Serhed: Ne tenê hunermend, di heman demê de şoreşgerê gelê xwe bû

 

22. SALVEGERA ŞEHADETA HOZAN SERHED
NE TENÊ HUNERMEND, DI HEMAN DEMÊ DE ŞOREŞGERÊ GELÊ XWE BÛ

Hozan Serhad bi navê xwe yê din, Sileyman Alpdohan di 24’ê Tîrmeha 1970’an de li navçeya Zêtka ya Agiriyê ji dayik bû, lê zarokatî û ciwaniya wî heta dibistana lisê, li navçeya Panosê derbas dibe.

Di sala 1988’an de, ji bo xwendina zanîngehê diçe Izmîrê, di nava hezar û 800 xwendekarên Zanîngeha Îzmîrê de di beşa muzikê de dibe duyemîn. Ji tembûrê bigire heta piyano, gîtar û bilûr, pir cure enstruman bi kartîne.

Hê li zangîngehê dest bi lêkolînkirina muzik û stranên Kurdî dike.

Hozan Serhed piştî zanîngehê derbasî Ewropayê dibe, demekî di xebatên Akademiya Kurdî de aktîf cih digire.

Di sala 1996’an de di çarçoveya xebatên xwe de diçe Rojhilata Navin.

Ew demekî li Başûrê Kurdistanê li Navenda Reşwenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê dimîne, piştre jî li Silêmaniyê karê xwe yê hunerî didomîne.

Di 17’ê Gulana 1997’an de hêzên PDK’ê êrîşî Navenda Rewşenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê û mala birîndaran dikin.

Di komkujiyê de hin hevalên wî yên hunermend û bi dehan welatparêz, rojnameger û gerîlayên birîndar bi awayeke hovane tên qetil kirin.

Hozan Serhed strana “Hewlêr’ ku ji bîra gelê kurd dernakeve, li ser vê komkujiyê distirê.

Hozan Serhed demekî derbasî ciyayên Kurdistanê dibe û bi gerilla re rêwitiyê dike.

Roja 22’ê Tîrmeha sala 1999’an li herêma Botanê, dikeve kemîna leşkerên Tirk û şehîd dibe.

Ev jî hatin dîtin

Rojnamevan Kurtay Serhed ji Behdînanê rewşa dawî ya li herêmê ragihand

Stêrk Tv

KCK: Divê PDK’ê hêzên xwe ji dor qadên gerîla vekişîne

Stêrk Tv

Rojnamevan Oznûr Deger hûrgiliyên komkujiya Konyayê ragihand

Stêrk Tv

Qurbaniyên komkujiya Konyayê bi merasîmekê hatin oxirkirin

Stêrk Tv

Li welat û derveyî welat êriş bi çalakiyan hat şermezarkirin

Stêrk Tv

Li dijî Kurdan êrişên nijadperestan: Êrişkar ji aliyê dewletê ve tên parastin

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!