Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hizba Zehmetkêşan, Hizba Komunîst û Tevgera Demokratîk êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin

 

HÊRSA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HIZBA ZEHMETKÊŞAN, HIZBA KOMUNÎST Û TEVGERA DEMOKRATÎK ÊRIŞ ŞERMEZAR KIRIN

Hizba Zehmetkêşana Kurdistan, Hizba Komunîst ya Kurdistan û Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistanê doh li hev civiyan.

Yek ji mijara civînê jî êriş û hewldanên dewleta Tirk dagirkerina Başûrê Kurdistanê bû.

Nûnerên partiyan êrişa li dijî Zap, Metîna û Avaşînê wek têkbirina deskeftiyên gelê Kurd nirxandin.

Partiyan êriş şermezarkirin û gotin, divê hemû aliyên siyasî bi hevre li dijî dagirkeriyê helwesteke cidî nîşan bidin.

PARLEMENTERÊN IRAQÊ
“DIVÊ HIKÛMET LI DIJÎ DEWLETA TIRK DENGÊ XWE DERXE Û DESTÛRA ÊRIŞAN NEDE”

Komek parlamenterên Iraqê yên li ser fraksiyonên cûda û serbixwe jî nerazîbûm nîşanî êrişan dan.

Parlamenterê Seeran Elcîb, Bedir Ziyadî û Hesen Salim balkişandin ser êrişên dewleta Tirk û wiha gotin.

Dewleta Tirk bi rojan e êrişan dike.. Heta niha bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Hem Iraq û hem jî rêveberên Başûrê Kurdistan bi bêdengiya xwe dibin hevkarên vî sûcî..

Parlementeran bang li hemû aliyên siyasî kir da ku li dijî dewleta Tirk dengê xwe derxe û giliyê wê bike.

HÊRSA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
TEVGERA AZADÎ BANGA BERDANA ÇALAKGERAN KIR

Di vê navberê de şevê din li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk gelê Silêmaniyê daket qadan.

Lê meş aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve hate astengkirin.

Asayîşê her wiha bi kemanî 30 kes kirin binçavan.

Di nava binçavkiriyan de Rojnamevanê ANF’ê Rêbaz Hesen jî heye.

Tevgera Azadî li ser mijarê daxuyaniyek da û ji asayîşê xwest demek ji ya din zûtir hemû kesên hatine binçavkirin berde.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv