HÎNDEKAR DR. KAMURAN BERWARÎ:
DIVÊ GEL Û RÊVEBERIYA BAŞÛR LI DIJÎ PLANÊN QIRÊJ ÊN TIRK HIŞYAR BIN
Hîndekar Dr. Kamûran Berwarî li ser dagirkeriya Tirk ji ANHA re axivî, planên qirêj ên Tirk destnîşan kirin û ji gelê Kurdistanê xwest ku bi hişyarî tevbigerin.
Berwarî anî ziman ku êrişa li dijî Zap, Metîna û Avaşîn, encama konsepta dagirkeriya giştî ya li ser Kurd û Kurdistanê ye got: Tirkiye ji bo Kurdek azad û têkoşer nemîne, seferber bûye. Dixwaze her tiştê li ser navê kurd û kurdayetiyê tine bike.
Berwarî diyar kir ku ji ber PKK, pêşiya konsepta dewleta Tirk digire, ji hemû aliyan ve dibe hedef û got: Ew jî PKK nas dike. Dizane PKK Kurdistaneke azad û rizgar dixwaze, lewma ji bo bigihêje armanca xwe, berê dixwaze PKKê tine bike.
Berwarî biryara Emerîka ya derbarê 3 şoreşgerên Kurd de jî wekî piştgiriya ji bo konsepta Tirkiyê ya ji bo qirkirina Kurdan nirxand û rexne kir.
Berwarî bi bîr xist ku êrişa dawî ya Tirk di salvegera qirkirina Ermeniyan de pêk hatiye û got: Emerîka û hêzên navnetewî qirkirina Ermeniyan nas kirin, bi vê yekê qirkirina Kurdan erê kirin.
HÎNDEKARÊ ZANKOYA NEWROZÊ DR. HAŞIM ZÊBARÎ:
ARMANCA ESASÎ YA TIRKIYÊ DAGIRKIRINA BAŞÛR, KERKUK Û MUSIL E
Hîndekarê Zankoya Newroz a Dihokê Dr. Haşim Zêbarî li ser dagirkeriya Tirk beşdarî bernameya Nîvroj a televîzyona me bû.
Zêbarî diyar kir ku ji bo Tirkiyê PKK bahane ye û gotinên rayedarên PDK’ê yên wekî “Tirkiye tenê dijminahiya PKK’ê dike jî rexne kirin.