DERKETINA MALBATÊN DAIŞ’Ê JI KAMPA HOLÊ
HIKUMETA ÎRAQÊ VEGERA 100 MALBATAN ERÊ KIR
Kampa Holê ku mezintirîn kampa penaberan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, nêzî 60 hezar penaberên ji 53 welatên cûda dihewîne.
Piraniya wan, malbatên endamên DAIŞ’ê ne.
Ji tirsa îdeolojiya wan a tundrew, dewlet naxwazin welatiyên xwe paşve bigrin an jî bi dudilî tevdigerin.
Hikumeta Îraqê niha biryar da vegera sed malbatên DAIŞ’î qebûl bike û wan li kampa Al-Cada ya li Mûsilê bicîh bike.
Li Kampa Al-Cadayê niha 30 hezar penaber hene.
Lê yek ji wan jî ne xwedî nasname ne û lewma nikarin tevlî jiyana asayî bibin.
Li aliyek din, şêniyên herêma Mûsilê ji ber ji malbatên DAIŞ’ê ditirsin, li dijî vê vegerê ne.
Lewma hikumeta Îraqê ji bo ciwan û zarokan fêrî nirxên aştîxwaz bike, plansaziyeke perwerdehiyê amade kir.
Yan na, rîsk heye ku bi demê re nifşeke nû ya DAIŞ’îyên tundrew ava bibe.
Saziyên navnetewî jî hay ji vê xeteriyê hene, lê ti gavên pêwîst ji bo bergirîya vê pirsgirêkê navêjin.