Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hikûmeta Elman kongreya KCDK-E’yê qedexe kir

KCDK-E, ragihand ku dewleta Elman kongreya wan a ku wê 11’ê Tîrmehê li Kolnê bihata kirin, qedexe kir.

KCDK-E’yê ragihand ku polîsên Kolnê di saetên şevê de bi rêya telefonê li hevserokatiya KCDK-E’yê geriya û biryara qedexeyê ji bo wan anî ziman û hinceta qedexeyê jî wiha got: “KCDK-E li Elmanya qedexe ye û dewama ‘rêxistina terorê’ PKK’ê ye û bi direwa ku wê 200 rêveberên asta jor a PKK’ê tevlî kongreyê bibin, weke hincet hatiye nîşandan.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Kongreya 4’an a KCDK-E ya ku yek ji saziya Kurdistanî ya herî mezin a Ewropayê ye ku wê 11’ê Tîrmehê li Koln a Elmanyayê bihata kirin, ji aliyê polîsan ve hate qedexekirin.

KCDK-E’yê diyar kir ku biryara qedexeyê bi rêya telefonê hatiye kirin, heman demê polîsên Elman biryara qedexeya kongreya KCDK-E’yê bi rêya rojnameya Foksêjî ragihand.

KCDK-E’yê diyar kir ku hinceta qedexeyê wiha hatiye gotin: “KCDK-E li Elmanya qedexe ye, dewama rêxistina ‘terorê’ ya PKK’ê ye û bi hinceta derewa ku wê 200 rayedarên asta jor a PKK’ê tevlî kongreyê bibin hatiye qedexekirin.

KCDK-E’yê bi domdarî got: “KCDK-E a fermî li Belçîkayê hatiye avakirin û li gorî hiqûqa Ewropayê fermî ye û mafê wê heye ku li her derê Ewropayê dikare kongreya xwe lidar bixe. Berovajî derewên polîsên Elman a ku wê 200 rayedarên PKK’î tevlî bibin na wê li gel delegeyên ji Belçîka, Hollanda, Îngîltere, Fransa, Avûstûrya, Swîsre, Swêd, Danîmarka, Fînlandiya, Norweç, Îtalya, Qibris, Yewnanista, Kanada û Avûstralya ên Ewropa û hevserokên meclîsên saziyên fermî li bajarên Hambûrg, Berlîn, Hannover, Stûttgart, Frankfûrt û Koln ên Elmanyayê hatine avakirin û delege tevlî kongreyê bibin.

Bi vî rengî qedexekirina kongreya KCDK-E’yê ya ku wê serokê şaredariya Kolnê jî peyam şandiye, bi vî awayî krîmînalîzekirina wê nayê qebûlkirin.

Polîsên Elmanya bi vê biryara xwe ya lezgîn girtî û helwesta xwe ya qedexekirina kongreya KCDK-E’yê saziya li Ewropayê fermî û bi sedan Kurdistanî lê kar dike, krîmînalîze kir, ketiye nava helwestekî welê ku nîv milyon mirovên ku endamên vê komeleyê ne kiriye hedef.

Gelek parlementerên ji welatên Ewropayê, kesayetên girîng û saziyên Ewropî wê peyam û peyamên pîrozbahiyê hatibûn û wê beşek jî tevlî bûbûna. Heman demê wê gelek jî bi rêya dîmen tevlî kongreyê bibûna.

Bi qedexekirina kongreya KCDK-E’yê re gelo polîsên Elman ferman ji dîktator Erdogan girtine.

Bi vê yekê re em rû bi rû yê helwestekî mîna dîktator Erdogan a li ser HDP’ê û saziyên muxalîd dikin, ne. Çawa ku ev  yek li dijî hiqûq hikûmeta Elmanyayê ye, hedefkirina KCDK-E ya ku fermî li Belçîka hatiye avakirin ku armanca wê demokratîk, çand û civakî ye qebûl nakin.

Têkoşîna me ya hiqûqî ya li dijî vê biryarê ku gelê Kurd dike hedef wê bidome. Dîsa wê têkoşîna me ya nîşanana helwestên xwe yên demokratîk jî dewam bike.

Bang li hemû parlementer, kesayetên naskirî, sazî û divê li dijî vê bêhiqûqî, gelê Kurd û saziya wê dike hedef bibe xwedî helwest û piştevaniyê bike.

Em KCDK-E bang li hikûmeta Elmanya dikin ku dev ji vê biryara xwe berde û ji vê şaştiyê vegere.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv