Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Hêzil Ozgur: Heta kêliya dawî jî ji bêtêlan dengê tililiyên şehîdên Mamreşo dihat

 

BERXWEDANA DÎROKÎ YA GERÎLA
HÊZIL OZGUR: HETA KÊLIYA DAWÎ JÎ JI BÊTÊLAN DENGÊ TILÎLIYÊN ŞEHÎDÊN MAMREŞO DIHAT

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Hêzil Ozgur bi rêya bêtêlê xîtabî gerîlayên HPG û YJA-Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Fermandar Hêzil Ozgur gerîlayên di çeperên şer de li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê têdikoşin silav kir.

Bal kişand ser berxwedan û têkoşîna li qadên Mamreşo, Girê Şehîd Serdar û qada Ertûşê.

Berxwedaneke mezin kirin û hê jî didomînin.

Hevrêyên me yên li Mamreşo û Zapê şehîd bûn, bi girîngiya vê pêvajoya girîng rabûn.

Dewleta Tirk li dijî van hevalên me tevahî derfetên xwe bi kar anîn.

Dîsa jî heta kêliya dawî tilîliyên hevalên me ranewestiyan.

Ev hevalên me ji bo me xetek, îdeolojî û felsefeyek in.

Heta dawî dev ji çeperên xwe bernedan û şer kirin.

BERXWEDANA DÎROKÎ YA GERÎLA
HÊZIL OZGUR: ÎRADEYA GERÎLA TENÊ DIJMIN DIXE ZORÊ

Fermandara YJA-Starê Hêzil Ozgur destnîşan kir, ku ti eskerek nîne ku di şer de karibe li ber îradeya PKK’ê bisekine.

Û da zanîn, ku artêşa Tirk ne bi eskerên xwe bi teknîka xwe şer dike.

Heke teknîk nebe, artêşa Tirk nikare xwe bilivîne.

Bêyî helîkopteran nikare bipêşkeve.

Di destê wan de ewçendî teknîk heye… Di destê me de keleş û bombe.

Ev yek tenê jî artêşa Tirk dixe zehmetiyê.

Ev bawerî û îrade dijmin qels dike.

Ji ber vê yekê berxwedana hevalên me yên şehîd, bangeke… Banga serfiraziyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv