Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal pergala parastina hewayî ya dewleta tirk pûç kir

 

HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL
PERGALA PARASTINA HEWAYÎ YA DEWLETA TIRK PÛÇ KIRINE

Rêjîma faşîst a AKP-MHPê, çapemeniya dewleta Tirk a şerê taybet, şevûroj pesnê teknolojiya şer a pêşketî didin û propagandaya wê dikin.

Tevî gelek caran derket holê, ku parçeyên her tiştî ji welatên derve dikirin jî timî sîleh, pergala parastinê, balafir, helîkopter û hwd. wekî millî an go temamî malê Tirkiyê bin nîşan didin.

Hem li çiyayên Kurdistanê û hem jî li ezmanan gerîlayên HPG û YJA-Starê bi rêbaz û taktîkên gerîlatiya nû her cûre teknîka şer a dewleta Tirk pûç dikin.

Yek ji wan jî pergala parastina hewayî an go radara ji bo ezman e.

Ispata pûçkirina vê pergalê jî Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal in.

Ev demeke dirêj e, li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyên bi bandor li dar dixin.

Bi taybetî piştî 23’yê Nîsanê dagirkeriya Tirk dest bi êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê kir çalakiyên xwe zêde kirin.

23’yê Nîsanê Tabûra artêşa dagirker a li navçeya Colemêrgê Çelê kirin hedef.

24’ê Nîsanê dagirkerên xwestin li ser Girê Zendûra yê Metîna bi cih bibin kirin hedef.

28 û 29’ê Nîsanê li baregeha dagirkeriya Tirk a li Kanîmasî dan.

2’yê Gulanê dîsa dagirkerên li ser Girê Zendûra yê Metîna bûn hedefa Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal.

3’yê Gulanê hêzên hewayî yên HPG’ê vê carê avahiya qeymeqamiyê ya li navçeya Colemêrgê Çelê kirin hedef.

4’ê Gulanê dagirkerên li ser Girê Azad ê qada Zendûra li herêma Metîna bûn hedefa çalakiya hêzên parastina hewayî.

Dîsa di meha Nîsanê de li dijî qereqola Kirya Reş a li Bakurê Kurdistanê çalakiyek bi bandor li dar xistin.

Bi van çalakiyan jî eşkere dibe, ku HPG û YJA-Star li dijî teknîka şer a dijminên gelê Kurd çawa bi derfetên herî kêm afirîner in û teknîka xwe ya şer pêş dixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv