Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 3 caran li dagirkerên li ser Girê Zendûra yê Metînayê dan

 

HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL
3 CARAN LI DAGIRKERÊN LI SER GIRÊ ZENDÛRA YÊ METÎNAYÊ DAN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, gerîlayên bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye li artêşa dagirker dixin, ev çalakî kirin:

Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 4 û 5’ê Gulanê 3 caran bi awayekî serketî li dagirkerên li ser Girê Zendûra yê Metîna dan.

LI METÎNA YJA-STAR’Ê DER LI ARTÊŞA TIRK XIST
HPG: DI ÇALAKIYAN DE ZÊDETIRÎ 7 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker 4’ê Gulanê piştî bomberdimaneke giran xwest bikeve tunelên şer ên li Girê Zendûra.

Hêzên gerîla bersiveke tund dan û şerekî dijwar qewimî.

Di encama vê berxwedanê de dagirkeran derbeke giran xwar û qedemeyekê vekişiyan.

5’ê Gulanê dîsa li qada Zendûra, dagirkerên li ser Girê Şehîd Çiya di livûtevgerê de bûn, ji aliyê gerîlayên YJA-Starê ve hatin hingaftin.

Di çalakiyê de 9 eskerên Tirk bûn hedefa gerîlayên jin.

7 jê hatin kuştin, 2 esker jî birîndar bûn.

PÊNGAVA BAZÊN ZAGROSÊ
GERÎLAYAN BI ÇEKÊN GIRAN LI QEREQOLA GIRÊ YA ÇELÊ DAN

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê.

6’ê Gulanê gerîlayan bi çekên giran qereqola Girê ya navçeya Colemêrgê Çelê kirin hedef.

Artêşa Tirk kuştî û birîndar dan, lê hejmara wan nehat zelalkirin.

HPG’ê ragihand, ku 5’ê Gulanê Girê Zendûra yê Metîna bi balafirên şer hat bombekirin.

Di vê êrişê de ti zirar li gerîlayan nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv