PÎLANA PDK, DEWLETA TIRK Û BEXDA LI SER ŞENGALÊ
HEYETA JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ SERDANA PADÊ, ASAYÎŞ. YBŞ Û YJŞ’Ê KIR
Ev du roj in heyeteke ku rewşenbîr, nivîskar û parazvanên mafê mirov pêk tê li Şengalê ye.
Heyetê îro jî serdanên xwe domandin.
Li navçeya Sînûnê serdana navenda Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ kir..
Serokê PADÊ Omer Salih heyet pêşwazî kir..
Di serdanê de heyetê piştgirî da daxwazên xelkê Şengalê û xwest xweseriya wê were naskirin.
Heyetê paşê serdana navenda Asayîşa Êzdîxanê kir.
Berpirsê asayîşa Êzidxanê Elî Şengalî têkildarî serdanê ev nirxandin kir.
Rawestgeha dawî ya heyetê navenda giştî ya YBŞ û YJŞ’ê bû..
Li vir jî heyetê behsa qehremaniya ciwanên Şengalê a li dijî çeteyên DAIŞ’ê kir.