HEYETA HDP’Ê LI SILÊMANÎ
HEYET BI QUBAD TALABANÎ Û TEVGERA GORAN RE CIVIYA
Heteyeke HDP’ê bi serokatiya parlementer Meral Daniş Beştaş û Mehmud Togrul li Başûrê Kurdistanê ye.
Heyet destpêkê li Silêmanî bi Tevgera Goran re civiya.
Rêveberên Tevgera Goran Umerî Seîd Elî û Bextiyar Ewlî ve hat pêşwazî kirin.
Di hevdîtinên de rewşa siyasî û êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin nirxandin.
Piştî hevdîtinê her du alî derketin pêşberî çapemeniyê.
Meral Daniş Beştaş têkildarî serdanê ev agahî dan.
Li ser navê Tevgera Goran jî Bextiyar Ewlî axivî.
Heyetê paşê serdana cîgirê serokê hikumeta herêma Kurdistanê Qubad Talebanî kir.
Di civînê de Qubad Talebanî û rêveberiyê mekteba peywendiyên YNK’ê Soran Cemal Tahîr amade bûn.
Piştî civînê heyet çû serdana gora Mam Celal û destegulek danîn.
Heyeta HDP’ê wê sibê jî hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re li Silêmaniyê bidomîne.