Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Heyeta Aştiyê ji aliyê PDK’ê ve hate dersînorkirin

Aktîvîstên aştiyê yên ku ji Ewropayê çûn Hewlêrê, rojek piştî ku ji aliyê PDK’ê ve hatin destgîrkirin, îro hatin dersînorkirin.

Di nava Heyeta Aştiyê de siyasetmedarên Kurd, parêzvanên mafên mirovan, hawirdorparêz û enternasyonalîst hene.

Endamên heyetê Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk, Alîcan Yildirim, Cemal Demîr, Rabîa Baldemîr û Mûtlû Tatar, ji ber astengiya PDK’ê nekarîbûn derbasî nava Başûrê Kurdistanê bibin. Endamên heyetê li dijî vê helwestê ketibûn greva birçîbûnê.

Li gorî nûçeya RojNewsê, endamên heyetê roja Pêncşemê ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi zordarî hatin dersînorkirin. Hate ragihandin ku heyet ber bi bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê ve hatiye şandin.

Hejmara endamên heyetê û navê wan ên hatine dersînorkirin nehat hînbûn.

Roja Şemiyê jî heyetek ji 27 kesî hewl da ji Elmanyayê biçin Başûrê Kurdistanê, lê belê 17 ji endamên heyetê ji aliyê Polîsên Federal ve hatibû astengkirin. Polîsên Elman li xwe mikur hatibûn ku çûyîna heyetê li herêma ku di navbera PKK û dewleta Tirk de şer diqewime, wê bibe sedem ku di navbera wan û hikumeta Tirk re alozî rû bide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv