Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Hewldanên avakirina Platforma jinan li Başûr

 

Şandeyek ji jinên di nava Tevgera Azadî de ji bo avakirina platformek ya jinan, rêzehevdîtin li gel jinên di nava partiyên siyasî de dane destpêkirin. Şande yekem civîna xwe li gel jinên Tevgera Goran pêkanî.


Şandeyek ji jinên di nava Tevgera Azadî de ji bo avakirina platformek a jinan dest bi rêzehevdîtinên li gel jinên di nava partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de kirine.

Şande yekem civîna xwe di saetên piştî nîvro de li gel jinên di nava Tevgera Goran de pêkanî. Şande li Baregeha sereke ya Tevgera Goran hate pêşwazîkirin.

Piştî civînê Cîgira Hevseroka Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed û Endama Peywendiyên Siyasî ya Tevgera Goran Saze Ebdullah têkildarê armanca serdanê û naveroka civînê ji çapemeniyê re axivîn.

Cîgira Hevseroka Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed got: “Ji bo baştirkirina rewşa civakê, çareserkirina pirsgirêkên civakê li Herêma Kurdistanê û nehiştina hişmendiya baviksalarî pêwîste platformek ya jinan ku ji hemû hizban têde beşdarbin were avakirin.”

Endama Peywendiyên Siyasî ya Tevgera Goran Saze Ebdullah jî da diyarkirin ew pêşwaziyê li vê hewildana jinên Tevgera Azadî dikin û wiha domand; “Hêvîdarim êdî jin hevdû bigrin û ne tenê di nava saziyên hizbî de bimînin. Divê jin tev bi hevre hewil bidin guhertinan di nava civakê de bidin çêkirin û daxwazên xwe pêşkêşê desthilatê bikin.”

Wê serdanên şandeya jinên Tevgera Azadî ji bo partiyên din jî berdewam bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv