Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hewldana girtina HDP’ê

 

HEWLDANA GIRTINA HDP’Ê
FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê DÎSA DOZ DA VEKIRIN

Serdozgeriya Tirk bi fermana desthilatdariya AKP-MHP’ê careke din ji bo girtina HDP’ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Serdozgerî îdîanameya ku paşde hatibû vegerandin, nû kir û dîsa şand Dadgehê..

Bi îdîanameya 850 rûpelan pêk tê, tevî girtina HDP’ê ji bo nêzî 500 rêveber û endaman jî qedexeya siyasî tê xwestin.

HDP’ê nerazîbûna tûnd nîşanê îdîanameya serdozgeriya Tirk da.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê ji doza girtinê faşîzma AKP-MHP’ê berpiryar girt û got: Yên li hemberî îtîrafên mafya bêdeng bûne, bi êrişa li dijî partiya me, dixwazin emrê desthilatdariya xwe dirêj bikin.

HDP’ê bi bîr xist ku dîroka wan gel dinivîsin, yên tifaqa AKP-MHP’ê mafya vedibêjin û got: Emê rê nedin, darizîna xwe, yên divê bên darizandin çetetî û mafyayî ne.

Piştî bihîstina bûyerê di twîtterê de hastaga ne HDPê, mafyayê bidarizînin hat vekirin û bi deh hezaran kesan ew parve kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv