Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokên HDP’ê: Girtina HDP’ê wê krîzên li Tirkiyeyê kûrtir bike 05.03.2021

 

ZEXTÊN LI SER HDP’Ê
HEVSEROKÊN HDP’Ê: GIRTINA HDP’Ê WÊ KRÎZÊN LI TIRKIYEYÊ KÛRTIR BIKE

Di demên dawîn de bi taybetî jî piştî şerê li Garê êrişên li dijî HDP’ê zêde bûne.

Hikûmeta tirk bi rêya fezlekeyan û gefên girtinê dixwaze pêşî li siyaseta HDP’ê bigre.

Der barê van gefan û zextan de rêveberên HDP’ê bi medya biyanî re civiyan.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan îşaret bi wê yekê kir ku ji ber terzê siyaseta desthilatiya Tirkiyê di her warî de xitimînek heye û got:

AKP’yî û MHP’yî radibin û gefa li partiya me dixwin, qala girtinê dikin û dixwazin me bi fezlekeyan bitirsînin.

Ji bo ser ser krîzan bigirin HDPê ji xwe re dikin hedef.

Buldan anî ziman ku girtin û betalkirina parlamenterên HDP’ê wê tu feydeyê nedin tu kesî û got:

“Sedema bingehîn a krîzan çareser-nekirina pirsgirêka kurd e.

Me her tim got, Pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û diyalogê dikare were çareserkirin.

Lê piştî 2015’an hikumetê helwesta xwe guhert. Lewma îro Tirkiye di nava krîzan de ye.”

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku li Tirkiyê xelk û partiyên siyasî bi krîzên wek aborî, siyasî û civakî re rûbirû mane û got:

Hemû krîz bi hev ve girêdayî ne. Weke HDP em bawer dikin ku di serî de pirsgirêka kurd, tevahiya pirsgirêkên siyasî û civakî yên vî welatî dikarin li ser bingeha siyaseta demokatîk werin çareserkirin.

Sancar îşaret bi girîngiya tifaqa demokrasiyê kir û got: “Tifaqa demokrasiyê dikare rê li ber tevahiya krîz û pirsgirêkan bigire.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv