HEVSEROKÊ YNK’Ê LAHOR ŞÊX CENGÎ
“NABE PÊŞMERGE JI BO TI KESAN BIÇE ŞERÊ BIRAKUJIYÊ”
Li Silêmaniyê dûyemîn Kongreya Pêşmergeyên Dêrîn yên Herêma Kurdistanê hate lidarxistin.
Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan YNK’ê Lahor Şêx Cengî jî tevlî kongreyê bû û peyamek da.
Lahor Şêx Cengî di peyama xwe de got:
”Bi ti awayî ne beşdarî û ne jî alîgiriya şerekî ku xwîna Kurdan bi Kurdan bide rijandin nakin.
Armanca me ew e pêşmerge hertim hêzek nîştimanî be û ne ji bo me û ne jî ji bo kesek din şerê birakujiyê neke”.