Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokê YNK’ê: Bi ti awayî tevlî şerê Kurd bi Kurdan nabin

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî di civîneke li gel fermandarê Bilind ê Leşkerî yê YNK’ê de got: “Bi ti awayî nabin beşek ji şerê Kurd bi Kurdan.”

Hevserokê Yekîtiya Nîştîman a Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî li Qela Ciwan li gel Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê civiya.

Şêx Cengî di civînê de qala rewşa ewlehî ya Herêma Kurdistanê kir û bal kişand ku li dijî her cûre şerê Kurd bi Kurdan e.

Şêx Cengî anî ziman ku her hewldanek ku aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê bixe nava metirsiyê jî şermezar kir û got: “Em bi ti awayî ne beşdarî û ne jî alîgiriya şerekê dikin ku xwîna Kurdan bi Kurdan bide rijandin.”

Ev jî hatin dîtin

Rojnamevan Kurtay Serhed ji Behdînanê rewşa dawî ya li herêmê ragihand

Stêrk Tv

KCK: Divê PDK’ê hêzên xwe ji dor qadên gerîla vekişîne

Stêrk Tv

Rojnamevan Oznûr Deger hûrgiliyên komkujiya Konyayê ragihand

Stêrk Tv

Qurbaniyên komkujiya Konyayê bi merasîmekê hatin oxirkirin

Stêrk Tv

Li welat û derveyî welat êriş bi çalakiyan hat şermezarkirin

Stêrk Tv

Li dijî Kurdan êrişên nijadperestan: Êrişkar ji aliyê dewletê ve tên parastin

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!