Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê: ‘Berpirsê êrişê hikûmeta Iraqê û hevkarê dagirkeriya Tirk PDK ye’

 

HEVSEROKATIYA RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ:
BERPIRSÊ ÊRIŞÊ HUKUMETA IRAQÊ Û HEVKARÊ DAGIRKERIYA TIRK PDK YE

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrişa hovane de daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku êrîş di rojeke pîroz a Êzidiyan de, di roja yekemîn a Rojiya Êzî de hatiye kirin.

Em baş dizanin ku dewleta Tirk ku dijminê Êzdiyatiyê ye, vê roja pîroz bi zanebûn hilbijartiye. Ji ber ku armanca dijmin ew e ku roja me ya herî pîroz, roja me ya herî bi wate ji me re bike roja herî bi êş û bi jan.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin,

“Hevalê me Merwan Bedel ji bo amadekariyên cejnê, zarokên xwe bibe sûkê ji mal derketibû.

Dema êrîş pêk hat zarokên wî Dinya Merwan û Dîjle Merwan jî li gel wî bûn.

Di encamê de pêşengê têkoşîna parastin û azadiya Şengalê Merwan Bedel şehîd bû.”

Beriya her tiştî em dixwazin bêjin ku ev êrîş berdewama plan û komployên li ser Şengala xweser û azad e.

Ev êrîş, parçeyek ji peymana 9’ê Cotmehê ye. Ev êrîş berdewama şehîdkirina Mam Zekî, Ş.Zerdeşt û Ş.Seîd Hesen e.”

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê got ew hukumeta Iraqê û PDK di êrişê de perpirsyar dibînin û wiha got;

“Em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku, Yên ku her carê Şengalê hedef nîşan didin ji vê êrîşê berpirsyar in.

Her çiqas ev êrîş bi destê dewleta tirk a dagirker hatibe kirin jî em di serî de hikumeta Iraqê û PDK’ê ji vê êrîşê berpirsyar dibînin.

Ev bêdengî û hevkariya hikumeta Iraqê cesaret dide dijminên me û rê li ber van êrîşan vedike. Hewce ye hikumeta Iraqê hesabê vê êrîşê bide civaka Êzidî.

Ji xwe PDK hebûna xwe bi hebûna dewleta Tirk a dagirker re kiriye yek…

Em ji hemû dijminên Êzdiyatiyê re her wiha ji dostan re jî dibêjin ku, tu êrîş nikare îradeya gelê me bişkîne û ji têkoşîna Şengala xweser û azad paş de bihêle.”

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê di dawiya daxuyaniyê de banga xwedî derketina Şengalê kir û got gelê me wê sibe bi merasîmeke bi heybet xwedî li Şehîd Merwan Bedel derbikeve û têkoşîna xwe ji her demê xurtir bike.

“Li ser vê esasê em bang li hemû civaka Êzidî dikin ku ji her demê zêdetir xwedî li îradeya xwe derkevin.

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku sibe tevlî merasîma Şehîd Merwan Bedel bin û bersiveke xurt bidin dijmin.

Şehîd Merwan Bedel heya şehadeta xwe ji bo civaka xwe kar û xebat meşand.

Em bawer dikin ku wê gelê me jî bi merasîmeke bi heybet xwedî li şehîdê xwe derkeve û têkoşîna xwe ji her demê xurtir bike.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv