Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê

 

Gerîlayên azadiya Kurdistanê 8, 9 û 11’ê Mijdarê li Zapê operasyonên şoreşgerî pêk anîn.
Di encama çalakiyan de derbên giran li dagirkeriya Tirk hatin xistin.
Ji ber van çalakiyên serketî Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê gerîla pîroz kirin û ev peyam da:
Gerîla wê li her deverê bibe kabûsa dagirkeran û wê teqez wan ji axa Kurdistanê derxe.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê
GERÎLA HESABÊN DAGIRKERIYA TIRK PÛÇ KIR Û DERBÊN GIRAN LÊ DAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber ku li Zapê derbên giran li dagirkeran xistine gerîlayen li wir pîroz kir.

KCK’ê bi bîr xist ku zêdetirî 8 mehan e dagirkeriya tirk a qirker û mêtinger bi hemû hêza xwe êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike:

Dagirkeriya tirk wisa hesab dikir ku wê di nava 15 rojan de cihê êriş lê kirî dagir bike.

Lê belê mîna Garê li van deveran jî têk çû.

Niha jî bi çalakiyên gerîla, dagirker li cihên ku lê ne di nava kabûsê de ne.

Li Zapê ji 4 baskan ve bi ser çeperên leşkerî ve çûn, bi dehan leşker hatin cezakirin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin.

AKP’a ku dixwaze desthilata xwe bi rêya dagirkeriya leşkerî dewam bike, bi derbên gerîla û têkoşîna gelê me wê têk biçe.

KCK’ê gerîla û fermandarên ku li Zapê derbên giran li dagirkeran xistin pîroz kir û serketinê ji wan re xwest:

Gerîlayên me ku di bin fermana şehîdan, gelê me û Rêberê me de ne, li her derê wê bibin kabûsa artêşa Tirk a dagirker.

Wê dagirkeran ji her cihî biavêjin. Wê careke din bê dîtin ku artêşa Tirk ji aliyê revê ve gelekî jêhatî ye.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê
GEL Û GERÎLA WÊ BI TÊKOŞÎNA XWE ÇAWA DAIŞ TÊK BIBIN WÊ VÊ DESTHILATÊ JÎ TÊK BIBIN

Di heqê desthilata faşîsta a AKP-MHP’ê û anîna dawiya wê jî KCK’ê ev daxuyanî da:

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê wê weke desthilateke êşkencekar û qirker derbasî nav dîrokê bibe.

Ev tifaq sivîlan bi SÎHA’yan qetil dike, bi mejiyê DAÎŞ’ê êrişî Êzidiyan dike.

Li zindanan pergalek ji êşkence û zilmê ava kiriye, bi destavêtinê dixwaze îradeya gel bişkîne.

Li dijî van êrişan gel û gerîlayên Kurd çawa ku DAÎŞ têk birin, wê vê desthilata cêwiyê DAÎŞ’ê ye jî têk bibin.

KCK’ê îşaret pê kir ku gelên Tirkiyê hemû dixwazin ji vê desthilata faşîst rizgar bibin:

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê tenê zilmê li gelê Kurd nake, di heman demê de li ser pişta gelên Tirkiyê jî barekî giran e.

Lewma ne hêzeke derve ne jî zext, zilm û êrişên dagirkeriyê wê nikaribin vê desthilatê rizgar bikin.

Bi derbên gerîla û bi têkoşîna gelê me wê ber bi sergoyê desthilatên faşîst, qirker û zalim bê avêtin.

KCK’ê destnîşan kir ku ew bi navê Tevgera Azadiyê soza xwe ya li gelê xwe û gelên xwe dubare dikin ku vê desthilata faşîst teqez têk bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv