Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokatiya konseya rêveber a KCK’ê: Bêyî temînata PDK’ê dagirkeriya Tirk nikare êrişî gerîla bike.

 

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
BÊYÎ TEMÎNATA PDK’Ê DAGIRKERIYA TIRK NIKARE ÊRIŞÎ GERÎLA BIKE

Dagirkeriya tirk bi şirîkatiya PDK’ê şeva 17’ê nîsanê li dijî başûrê Kurdistanê dest bi êrişên qirkirinê kirin.

Li dijî van êrişan gerîlayên azadiya Kurdistanê parastina ax û rûmeta welat dikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrişên dagirkeriyê û rola PDK’ê ya di van êrişan de ev nirxandin kirin:

Her cara ku rayedarên PDK’ê diçin Tirkiyê, dewleta Tirk li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd dest bi êrişê dike.

Lewma tesadûfî nîne ku piştî hevdîtina Mesrûr Barzanî ya bi Erdogan û Şêwirmendê MÎT’ê re, dewleta Tirk dest bi êrişê kir.

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi piştgiriya PDK’ê dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tasfiye bike.

KCK’ê bal kişand ser vê yekê ku dagirkeriya tirk ji qadên ku PDK lê serwer e êrişî qadên gerîla dike:

Heke PDK temînata ewlekariyê nede, ne pêkan e ku faşîzma AKP-MHP’ê ji Bamernê, Amêdiyê, Dêrelok û Şêladizê êrişî gerîla bike.

Li gelek deveran bi êrişên dewleta Tirk re hemwext, hêzên taybet ên PDK’ê jî ketin nava liv û tevgerê.

Hewl didin ku dor li qadên gerîla bigirin, têkiliya navbera hêzên gerîla bibirin ku dewleta Tirk encamê bi dest bixe.

PDK bi vê polîtîkaya xwe, dibe şirîka rewşa neyênî ya ku zirarê dide gelê Kurdistanê.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
DIVÊ GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RABE SER PIYAN Û WEZÎFEYA XWE DÎROKÎ BI CIH BÎNE

KCK’ê bal kişand ser erk û berpirsyariyên gelê Kurd û bi taybetî jî ji gelê Başûr xwest ku li dijî êrişan rabe.

Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên siyasî, divê tevahiya Kurdistaniyan, li dijî van êrişan rabin.

Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze li seranserê Kurdistanê serwer be û Kurdistanê bike qada belavbûna netewebûna Tirk.

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî êrişa 2008’an a li ser Zapê li Bamernê, Kadîşe, Amêdiyê, Dêrelok û Şêladizê rabû ser piyan.

Gelê me hingê tevkariyeke girîng li têkçûna dagirkeran kir.

Îro jî divê gelê me yê Başûr bi taybetî li van qadan rabe ser piyan û wezîfeya xwe ya welatparêziyê ya dîrokî bi cih bîne.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
BI TÊKOŞÎNA HEVPAR A GEL Û GERÎLA WÊ EV ÊRIŞ WERIN ŞIKANDIN

KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk destûra ji bo van êrişan ji Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê werdigire.

Bang li gelên li Ewrûpayê, hêzên demokratîk, gelê Amerîkayê û hêzên wê yên demokratîk kir ku vê rastiyê bibînin û li ber têkiliyên qirêj ên hikumetên xwe yên bi dewleta Tirk rabin.

KCK’ê ji gelê Iraqê û başûr Kurdistanê xwest li hemberî siyaseta ku welatê wan pêşkêşî dagirkeriya Tirk dike, xwedan helwest bin.

KCK’ê wekî din li ser mahiyet û armancên êrişên dawîn ev nirxandin kir:

Hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê plansaziya êriş û dagirkeriyeke gelekî berfireh kiriye.

Bi vê êrişê re hemû destkeftiyên gelê Kurd kirine hedef.

Divê gelê Kurd û dostên gelê Kurd şev û roj li her derê rabin ser xwe û têkoşîna li hemberî dagirkeriyê geş bikin.

Bi têkoşîna yekpare ya gerîla û gelê Kurd wê ev êriş were şikandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv