Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokatiya konseya rêveber a KCK’ê: Armanca êrişên li zîndanan şikênandina vîna girtiyan e.

 

 

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
ARMANCA ÊRIŞÊN LI ZÎNDANAN ŞIKANDINA VÎNA GIRTIYAN E

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êşkenceya li ser girtiyên siyasî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê da zanîn ku girtiyên siyasî afirîner û mîrateya xeta berxwedana 14’ê Tîrmehê ne.

Di daxuyaniyê de KCK’ê bal kişand ser zext û êşkenceya li girtîgehan.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hemû kesên bi doza azadiyê radibin dixe zîndanan.

Dewleta Tirk qîma xwe bi vî tiştî nayîne û li ser girtiyan zext û êrişan pêk tîne.

Ev êrişên ku dibin sedema qetilkirina girtiyan karakterê dewleta Tirk a qirker û mêtînger nîşan didin.

Ji ber ku dewleta Tirk li ser dijminiya Kurdan hatiye avakirin, tekane hedef û armanca wê qirkirina gelê Kurd e.

Girtiyên siyasî li zîndanan tên qetilkirin û melayên fermî yên dewletê jî nimêja cenaze ya li ser girtiyan nakin.

Çi dibe bila bibe ji bo exlaqê civakê û mirovahiyê divê wecîbeyên olî werin bicihanîn.

Lê dema ku mesele tê ser Kurdan dewlet vî yekê jî asteng dike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî kuştina girtiyan jî ev nirdandin kir.

Li girtîgeha Sîlivriyê girtî bi êşkenceyê tên kuştin.

Çi kesên ku dibêjin “em Kurd in” û têdikoşe, dixin zîndanan.

Pîvanên dûrî wijdan û mirovayetiyê li ser wan ferz dikin.

Armanca sereke ya mudûriyeta giştî ya zîndanan şikandina vîna girtiyan e.

Kesên li dijî vê radibin, dixwaze tasfiye bike.

Ev feraset berhema dijminatiya li gelê Kurd e ku dewleta Tirk, AKP û MHP dikin.

Di daxuyaniyê de KCK’ê îşaret bi berxwedana li zîndanan jî kir û wiha got:

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
GIRTIYÊN SIYASÎ AFÎRÎNER Û MÎRATEYA BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ NE

Girtî ji ber ku teslîm nebûn û li dijî teslîmiyetê li ber xwe didin, zilm û êşkence li wan tê kirin.

Ev qas zext û êriş nîşan didin ku girtî di nav berxwedaneke mezin de ne.

Girtiyên siyasî rûmeta civakê ne.

Ew mirovên bi rûmet in ku di oxira azadiyê de dîl hatine girtin.

Ji ber vê jî gel ji wan re dibêje ‘Girtiyên azadiyê’.

Di warê fîzîkî de azadiya wan ji destê wan hatiye stendin lê di rastiyê de ew mirovên herî azad in.

Ji ber ku ew avakarên xeta berxwedana 14’ê Tîrmehê û mîrasdarên wê ne.

Girtiyên Azadiyê bi tehdît û şantajan, bi zext û êşkenceyê teslîm nabin.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
XWEDÎDERKETINA LI GIRTIYAN ERKA HERÎ BINGEHÎN A WELATPARÊZÎ Û MIROVAHIYÊ YE

KCK’ê bang li raya giştî ya demokratîk jî kir ku li dijî van pêkanînên dermirovî bêdeng nemîne.

Gelê me yê welatparêz û dostên me divê zêdetir li girtiyan xwedî derkevin.

Xwedîderketina li girtiyan, erka herî bingehîn a welatparêzî û mirovahiyê ye.

Malbatên girtiyan li gelek deveran helwesta xwe raber dikin, çalakiyan pêş dixin.

Ji bo zexta li ser girtiyan bê şikandin, divê hemû civak li gel malbatên girtiyan cih bigire.

Di vê demê de ku ji zîndanan darbest derdikevin, divê civak rabe ser xwe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv