HEVSEROKA ÎHD’Ê EREN KESKÎN:
HIQÛQA LI TIRKIYEYÊ ÇAVÊ XWE NIJADPERESTIYÊ RE DIGIRE
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî êrişên nijadperest ên li ser malbatên Kurd ji ANF’ê re aixvî.
Keskîn diyar kir ku Komîsyona ÎHD’ê ya li dijî Nijadperestî û Cihêkariyê, hemû êrişên nijadperestiyê bi baldarî dişopîne.
Eren Keskîn diyar kir ku di demên dawî de êrişên li dijî Kurdan zêde bûne û got,
“Em baş zanin ku çi tundiya li ser jinê çi jî tundiya giştî giş siyasî ne.
Şîdet cihêkarî û nijadperestî zimanê dewletê ne. Ev êriş ji ber vê zêde dibin. Jixwe yên van êrişan dikin jî bêceza têne hiştin.”
Eren Keskîn têkildarî sedema bêcezahiştinê jî got:
“Ji ber ku dadger û dozger van êrişan di asta bûyerên edlî de dinirxînin, ser van erişên nijadperestiyê tê nixumandin.”
Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku ew dozên li ser mijarê bi israr dişopînin û got,
“Em van dişopînin. Hevalên me xwe gihandin kesên li Konya, Afyon û Enqereyê bûne hedefa êrişan. Ev kes dibêjin, ‘Ji ber ku em Kurd in êrişî me dikin’.