Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Heta Edaleta bi Cih Neyê Fransa Sûcdar e

 

Sibê salvegera 9’an a Komkujiya Parîsê ye.

Îro di serî de li Parîsê li gelek navendên Ewrûpayê çalakî pêk hatin.

Em jî pêşî berê xwe bidin devera ku lê komkujî pêk hatibû.

Bi hezaran kes bi dirûşma “heta edalet bi cih neyê, Fransa sûcdar e” meşek li darxistin.

Piştî meşê jî li qada Repûblîkê mitîngek pêk hat.

“HETA EDALET BI CIH NEYÊ, FRANSA SÛCDAR E”
LI PARÎSÊ BI HEZARAN KES LI DIJÎ KOMKUJIYA 9’Ê ÇILEYÊ MEŞIYAN

Di salvegera 9’an a Komkujiya Parîsê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê bi hezaran kes li qadan bûn.

Meşa navendî û herî girseyî jî li paytexta Fransa Parîsê pêk hat.

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, nûnerên Tevgera Jinên Kurd, nûnerên partiyên siyasî yên Fransayê, gelek tevgerên polîtîk û bi hezaran kes li Gar Du Nordê li hev kom bûn.

Paşê ber bi qada dîrokî ya Parîsê, Repûblîkê ve tevî barana zêde jî dest bi meşê kirin.

Piştî vê meşa ku qederê 2 saetan dewam kir, girseya gel gihişt qada mitîngê.

Li qadê bi hezaran kesî li ber sirûda neteweyî Ey Reqîb, ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê rêz girtin.

Axaftina pêşî li ser navê CDK-F û TJK-Fê hat kirin.

Paşê malbatên jinên şoreşger Fîdan Dogan û Sakîne Cansiz xîtabî gel kirin.

Malbatan bang li Fransayê kirin, ku biryara veşartî li ser dosyaya komkujiyê rake û ronî bike.

“HETA EDALET BI CIH NEYÊ, FRANSA SÛCDAR E”
BESÎME KONCA: EM Ê BI TÊKOŞÎNA XWE TEQEZ HESAB BIPIRSIN

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê jî Besîme Konca xîtabî gel kir.

“HETA EDALET BI CIH NEYÊ, FRANSA SÛCDAR E”
REMZÎ KARTAL: BI VÊ ÇALAKIYÊ GEL BERSIV DA FRANSAYÊ

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî wiha axivî:

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv