Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Heta bi hilma xwe ya dawî li Avaşînê li ber xwe da

 

Şehîdê Avaşînê Devran Ekîn ku heta kêliya dawî li dijî êrîşên dagirker ên Tirk li ber xwe dayî, beriya şehîd bibe bi demeke kurt gotibû, ”Ez gerîlayê HPG’ê heta dawiyê li dijî dijmin şer bikim û serfrirazî wê ya me be.”

Gerîlayê HPG’ê Devran Ekîn ku dema artêşa Tirk da dagirker operasyona dagirkerinê li ser Avaşînê dayî destpêkirin û hewl dida leşkeran li eraziyê deyne yek ji wan gerîlayê pêşî bû ku derb li wan dayî. Devran Ekîn 25’ê Nîsana 2021’an li qada Şehîd Dilgeş a Mervanosê ji bo ku pêşî li leşkerên Tirk bigire ketî şer û şehîd bûyî, beriya ku şehîd bibe bi demeke kurt li ser rewşa leşkerên Tirk ku li Zagrosan ketibûnê ji ANF’ê re axivîbû û gotibû, ”Leşkerên Tirk li vê araziyê cihê ku lê dimînni jî du sê caran bi têlên direjî dipêçin. Gerîla kengî wê bi ser wan de bigire, tim bi vê psîkolojiyê ne.

Li dijî çalakiyên sabotan suîkastê yên gerîla nikarin tevdîrê bigrin û ji ber vê jî psîkolojiya tim ne rehet e. Ew jî pê dizanin ku gerîla di dema nû de şêwaza xwe guherandiye, bi yekîneyên biçûk, veşartî û profesyonel çalakiyan dikin. Li gel vê jî dibêjin, ‘me gerîla qedand’. Ji ber ku teknîka di dest wan de nema kêrî tiştekî tê. Mînak keşfa di dest wan de teknolojiya herî pêşketî ya ve deme ye lê li bara gerîla ti maneya xwe nîne. Em dikarin bibêjin ku gerîla ev teknîk pûç kiriye. Artêşa Tirk êdî nema dizane bê ka wê çi bike. Pişta xwe tenê bi van balafirên keşfê germ kiriye.

Bêyî balafirên keşfê leşkerên Tirk li vê araziyê nikarin gava xwe jî bavêjin. Dema ku balafira keşfê nebe dema ku tevdigerin jî heta ku diçin û tên ji mirinê xirabtir li wan tê. Ji vî alî ve em bi psîkolojiya artêşa Tirk dizanin. Weke ku pir serkeftî bin xwe nîşan didin lê ne wiha ye. Hevalan beriya niha çalakî kirine, kavilên wesayit û qemyonên wan ku hevalan teqeandibûn hê li araziyê ne. Nikarin van parçeyan jî rakin. Li ser çapemeniya xwe dibêjin gerîla qediyaye, lê li her deverê şopa çalakiyên gerîla hene. Wesayitên zirxî ku pir jê bawer dikin halê wan li ber çavan e.

Li ber çavan e ku li vê cografyayê serwer kî ye. Mînak gelek çalakiyên suîkastê hatin kirin. Ji ber van çalakiyan psîkolojiya leşkerên dijmin têk çû. Nema dizanin bê ka wê çilo jî tevbigerin. Dema ku derîniya leşkerên artêşekê nemabe nema dikarin bi ser bikevin. Di dest wan de tenê teknîk heye ew jî li bara xefbûna gerîla kêrî tiştekî nayê. Em ji bo pratîka sala 2021’an xwe hazir dikin. Em dizanin ku ev pratîk wê pir dijwar be. Di nav vê pratîkê de bi berpirsyariya ku me daye ser xwe em ê têbikoşin. Hedefa me ya ku bi suîkast, sbotaj û taktîkên cuda derbê li dijmin bidin.

Li wan qadên ku dijmin dibêje, ‘me ji dest gerîla stand, me paqij kir’ em ê wan qaet rehet nehêlin. Heke wê hebin wê bi teqezî berdêla vê bidin. Li Kurdistanê her gava ku avêtin wê berdêla vê bidin. Wê berdêl bidin û wiha vegerin. Heke venegerin wê dîsa berdêl biidin, her roj. Leşkerên Tirk xweş bi vê dizanin. Rast e, kete şerekî lê di nav de me û nema dikare ji nav derkeve. Em gerîlayên HPG’ê heta dawî em ê li dijî dijmin şer bikin û bi ser bikevin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv