Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Her roj dizî û gendeliyeke nû ya PDK’ê derdikeve holê

 

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ KRÎZA ABORÎ
HER ROJ DIZÎ Û GENDELIYEKE NÛ YA PDK’Ê DERDIKEVE HOLÊ

Li Başûrê Kurdistanê rewşa jiyanî xerab e.

Gel êdî nikare pêdiviyên jiyanî yên rojane pêk bîne.

Bêguman di vê rewşê de lawaziya hikûmeta herêmê diyarker e.

Ev yek dihêle ku li herêmê krîza aborî, tundiya li ser jinan, gendelî, bêkarî, nexweşî, kêm xîzmetguzarî, koçberiya ber bi welatên biyanî zêdetir bibin.

Hema bêje hikûmet hemû di destê PDK’ê de ye. Nahêle hêzên din bi bandor bin.

PDK hemû dewlemendiyên herêmê li gorî berjewendiyên xwe bikar tîne.

Mîna AKP’ê, şîrketên li derdora rêveberên PDK’ê jî rojane dewlementtir dibin.

Dizî û talana PDK’ê ya li ber çavan dîsa bû mijara raporeke berfireh.

Li gorî nûçeyeke ANF’ê piştî Mesrûr Barzanî bûye serokwezîr, şîrketek bi navê Lalav ava bûye û zeviyên li derdora Hewlêrê pêşkêşî vê şîrketa Însaatê kirine.

Hemû gendelî û nelirêtî bi rêya vê şîrketa ku rêveberê wê li Dihokê ye, tên kirin.

Dezgehên Medya a Zagros, Kurdistan TV, Liqa 2 ya PDK’ê û Mekteb Siyasî di vê gendeliyê de xwedî rol in û hewl didin ser gendelî û diziyê bigrin.

Ev şîrket bi piştgiriya PDK’ê li deverên ji bo avahiyan ne guncaw in malan çêdikin û ji vê yekê PDK bertîlê digre.

Mijara mal û milkên malbata Barzanî ji aliyê Rojnamegerê Amerîkî Zack Kopplîn ve jî bi belgeyan hatibû rojevê.

Endama Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Şayan Eskerî jî bi vê awayî balkişandibû ser gendeliya PDK’ê.

Li gorî Şayan Eskerî projeyên giştî ji aliyê kesan ve tên desteserkirin û gotibû:

“Ji bo avakirina Zanîngeha Kurdistan, nexweşxaneya Santî Life û Senterî Medya, Wezareta Darayî di sala 2006’an 6 milyon dolar xerc kir. Lê PDK’ê ev milk jî kirine malê xwe yên şexsî.”

Her wiha Serokê Berê yê Komîteya Mafên Mirovan a Parlamantoya Başûrê Kurdistanê Soran Omer jî têkildarî gendeliya PDK’ê bi raya giştî re ev agahî parvekiribûn.

”Hikumeta Başûrê Kurdistanê di rêvebirina jiyana 5 milyon Kurd de li bin ketiye.

Rojane 500 hezar bermîlên petrolê difroşe, lê hikûmet ji ber nedana mûçeyên karmendan 19 milyar dolar deyndar e”.

Li alîkî din rojnameyeke li Tirkiyeyê jî ragihandibû ku 55 milyar dolar serweta Malbata Barzanî ya şexsî heye.

Rojnameyê dabû zanîn ku ji Tirkiye bigire heta Misir, Yekîtiya Emîrtiyên Ereban, Qibris û Îngîltereyê şirketên Malbata Barzaniyan hene.

Ev gendeliya PDK’ê sedema rewşa xerab a gelê herêmê bi awayekî zelal radixe ber çavan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv