Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

“Her kes û saziyên ku tundiyê li jinê dike, di hedefa me de ne” 15.10.2020

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) diyar kir ku her kes û saziyên tundiyê li jinan dikin di hedefa wan de ne û destnîşan kir ku êdî şoreş mecbûriyeteke.

Di daxuyaniya KBDH’ê de hate ragihandin ku dewlet li Kurdistanê bi hemû amûrên xwe hewl dide jinê bixîne û hate gotin, “Ew jî zane ku hebûna dagirkeriyê tenê bi kolekirina jinê dibe. Jinên ku berê xwe dane çiyê, kolanan geş dikin, zorê didin dîwarê zilmê. Jinên ku serî li ber koletiyê hildane û azad bûne, tên wateya şikestina zincîra faşîstan a dagirkeran. Dewleta faşîst baş bi vê zane. Lewma bi hovane êriş dike. Em ji vê baş fêhm dikin.

Dewleta faşîst a AKP-MHP’ê di her astê de hewl dide mafê rêxistinbûna wekhev ku parçebûna serdestiya mêr e, tasfiye bike. Lewma sedema êrişa li ser saziya hevserokatiyê ew e ku pêşî li tevlîbûna jinê ya li nava erkê rêveberiyê bigire.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa riziyayî ya kapîtalîzmê civakê jî dirizîne û hate gotin, “Heta ku sîstema kapîtalîst a bi serdestiya mêr û nûnerê wê yê li cografyaya me desthilatdariya AKP-MHP a faşîst neyê hilweşandin, wê jin nikaribin ji vê rewşa riziyayî rizgar bibin.”

KBDH’ê bal kişand ser tundiya mêr, bav, hevser, hezkirî, bira, polîs, leşker û dewletê ya li dijî jinê û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe jin ji lêgerîn û daxwaza xwe ya ji bo azadiya kolektîf, şexsî venagerin, wê venegerin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yekane rêya jiyana wekhev û mirovî ya jinan bi têkoşîneke mezin dibe û hate gotin, “Heta ku faşîzm neyê hilweşandin pêşî li têkoşîna azadiya jinê venabe. Û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî bi têkoşîneke xwe dispêre zorê, dikare bê hilweşandin. Bi rêya qanûnî ya bûrjûvayê, hilweşandina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li aliyekî, kontrolkirina wê jî êdî nepêkane. Lewma êdî şoreşek bûye mecbûriyetek.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Em careke din radigihînin; yên ku tundiyê li jinan dike, jinan dikujin, dixwazin jinan bikin koleyê seksê, bi destavêtin û destdirêjiyê mêtingeriya xwe li Kurdistanê dewam dike, yên ku van dikin û piştgiriya van dikin, sazî û kesên li pişt vê yekê hemû di hedefa me de ne.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv