Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Heqî Zîlan: ‘PDK’ê bi awayekî nemerdane êriş kir’

 

 

ÊRIŞ Û KEMÎNA PDK’Ê LI XELÎFANÊ
HEQÎ ZÎLAN: PDK’Ê BI AWAYEKÎ NEMERDANE ÊRIŞ KIR

Navê min Heqî Zîlan e.

Piştî ku kar û xebatên min li Qendîlê qediyan, ji bo erka xwe ya nû min berê xwe da herêma Behdînanê.

Em 23’yê Tebaxê ketin ser rêya Behdînanê.

Ji bo em li rasta hêzên PDK’ê neyên, bi awayekî pir baldar em nêzî vê rêwîtiyê bûn.

Bi şev em dimeşiyan û nava rojê jî me dora xwe kontrol dikir.

Ji ber vê baldariyê em şeva 28’ê Tebaxê gihiştin Ava Zê.

Me li cihekî fereh û ava wê kêm, li Ava Zê xist.

Li wê derê ne baregeha PDK’ê ne jî baregeha ti hêzeke din hebû.

Piştî ku me li Ava Zê xist bi sed metroyî, bêyî hişyariyekê gullebaraneke bênavber dest pê kir.

Cihê em lê erdekî rast bû.

Hêzên PDK’ê ji ser girên li dora vî erdî em guleberan dikirin.

Ev kemîn û êrişeke nemerdane bû.

Bêyî ku hişyariyek bê kirin û bêpirsîn, yekser êrişî me kirin.

Armanca wan ne rawestandin an jî dîlgirtina me bû.

Ji bo me qetil bikin, êriş dikirin.

Li pêşiya min heval Tolhildan, Axîn û Brusk şehîd bûn.

Min deng li hevalên din kir, lê bersiv nedan min.

Dengê nalîna heval Axîn, Tolhildan û Brusk dihat min.

Min jî xwe bi avêtina nav latan veşart.

Dinya tarî bû û tiştek xuya nedikir.

Heta derengiya rojê guleberanê dewam kir.

Şeveqê çawa dinya ronî bû, dengê wesaîtên zirxî yên PDK’ê hat.

Yekser hatin cihê bûyerê û paşê ji vê derê dengê gulebaranê hat.

Pêşî dengê 9 guleyan û paşê dengê 12 guleyan hat.

Bi vî rengî heke hin ji hevalan sax mabin jî li wir qetil kirin.

Piştî êrişê 16 rojan di şert û mercên pirr zehmet de meşiyam.

Min xwe gihand herêma Behdînanê û li rast du hevalên jin ên navê wan Hêvî û Roj hatim.

Armanca vê êrişê tinekirina koma me bû.

Divê tevahiya gelê me bi vê rastiyê bizane.

Ez ê jî heta dawî li ser şopa van lehengan bimeşim.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv