Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Helbestvanê stranan Nathan Felix Albuma bi navê Ocalan amade kir

 

Bestekar Nathan Felix, li bajar Houston ê eyaleta Teksasê dijî.

Berî 4-5 salan hevalekî wî qala Kurdan û Rêber Apo jê re dike.

Li ser vê yekê Nathan Felîx, tevlî kampanya azadiya Rêber Apo dibe.

Ji bo piştgirî bide têkoşîna azadiya Kurdan û kampanyaya ji bo azadiya Rêber Apo bi navê “Ocalan” albumek amade dike.

Album wê 15 Cotmehê li ser hemû platformên medya dîjîtal bikeve weşanê.

Televîzyona Medya Haberê pirsa çima navê Ocalan li albumê kiriye ji Nathan Felîxê Meksîkayî pirsî.

Nathan Felîks bestekar û hunermendekî operayê yê Meksîkî ye û li Teksasê dijî.

Felîks ku gelek besteyan çêkiriye, herî dawî ji bo bi navê “Ocalan” albumek amadekiriye.

Albûma ku bi navê “Rêber Apo” hatiye amadekirin, wê di 15’ê Cotmeha 2020’an de li ser medya dîjîtal bikeve weşanê.

Nathan Felîks, sedema ku nvê “Ocalan” li Albûma xwe kiriye ji televîzyona Medya Haberê re vegot.

Dibêje ku min îlhama xwe ji fikrên Rêber Apo û têkoşîna Kurdan wergirtiye.

Dibêje ku ji şoreşa Rojava jî îlhamê girtiye û wiha dewam dike.

Nathan Felîks, dide zanîn ku wî dixwest di Adara 2020’an de albumê bixe weşanê, lê ji ber pandemiyê paş xistiye û mizgînî dide ku wê di 2021’ê de li gelek welatan were pêşandan.

Herî dawî jî Nathan Felîks li ser pirsa “gelo hûn dixwazin albûma xwe li Rojava jî biweşînin” dibêje; “Wê ji bo min şanazî be.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv