Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HDP’ê eniya demokrasiyê xurt kir û bi berxwedana xwe êriş pûç kirin

 

SALA 2021’Ê JI BO HDP’Ê WISA DERBAS BÛ
HDP’Ê ENIYA DEMOKRASIYÊ XURT KIR Û BI BERXWEDANA XWE ÊRIŞ PÛÇ KIRIN

Sala 2021’ê li gel hemû êrişan, hewldanên komkujiyan, bi dehezaran girtiyan ji bo HDP’ê dijwar derbas bû.

HDP’ê ev prosesa dijwar ji bo mezinkirina berxwedanê kir hincet û di her platformê de têkoşîn mezin kir.

Di dawiya sala 2020’an de hikûmeta tirk bi rêya darazê di heqê HDP’ê de dest bi amadekirina îdianameyekê kir.

Şefê rejîma tirk Erdogan bi xwe talîmat da dozgeran ji bo ku HDP’ê bidin girtin.

Heta Dewlet Bahçeliyê faşîst rasterast gef li dadgerên destûra bingehîn a Tirkiyê gef xwarin.

Di encama daxwaza şefê rejîmê doz li HDP’ê hat vekirin.

Di 17’ê adarê de wekîltiya Omer Faruk Gergerlîoglu hat xistin.

Gergerlîoglu yê ku hat girtin berxwedana xwe di zindanê de jî dewam kir, di 6’ê tîrmehê de wekîltiya wî hat îadekirin û vegeriya meclisê.

Doza girtina HDP’ê jî di 7’ê hezîranê de piştî ku dadgeha destûrê îdianame qebûl kir, dest pê kir.

HDP’ê 5’ê mijdarê parastina xwe ya siyasî pêşkêş kir û bi rejîma tirk re ket prosesa hesabpirsînê.

Di destpêka salê de bi navê doza Kobanê 21 jê girtî 108 siyasetmedarên HDP’î ji aliyê daraza rejîmê ve hatin mehkemekirin. Mehkemeya siyasetmedaran bi parastina xwe hîn jî dewam dike.

Di 17’ê hezîranê de li avahiya îzmîrê ya HDP’ê kedkar û xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz ji aliyê tetikkêşê hikûmeta tirk ve hat qetilkirin.

Li navça Mugla Marmarîsê bi tifingan êrişî avahiya HDP’ê hat kirin.

Piştî van êrişan li dijî HDP’ê li gelek bajaran êrişên qirkirina siyasî pêk hatin.

Bi sedan endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin û girtin.

Di heqê parlementerên HDP’ê de 41 hezar fezleke hatin amadekirin.

HDPê tevî êrişan jî temamiya salç bi dirûşma “HDP gel e û gel nayê bêdengkirin” çalakî û mîtîng li dar xistin.

Di 8’ê Sibatê de li Enqerê deklarasyoneke bi navê “Ji bo herkesî edalet” hat eşkerekirin.

Di çarçova vê deklarasyonê de li temamiya bakur û Tirkiyê hevdîtinên gel û mîtîng hatin lidarxistin.

Bi zêdebûna êrişan re HDP bi dirûşma Em HDPyî ne li her derê ne, li 71 navendan çalakî li dar xistin.

Di 27’ê îlonê de hevserokên HDP’ê Deklarasyona banga demokrasiyê ya 11 xalan eşkere kirin.

Di 17’ê mijdarê de li dijî butçeya şer û talanê ya hikûmeta tirk berxwedana herî mezin ji aliyê HDP’ê ve hate nîşandan.

Dîsa ber bi dawiya salê HDP’ê bi şîara “Dem dema HDP’ê ye” û bi dirêşma “Dema ampulê qediya niha dema HDP’ê ye” çalakiyên xwe zêde kirin.

Di kongreya Stenbolê de jî peyama xwe ya ji bo sala nû da û destnîşan kir ku ji bo rêvebirina welat ew amade ye.

Xeta 3’yemîn, çareseriya demokratîk ji bo doza kurdî û azadiya Rêber Apo mora xwe li kongreyê xist.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv