Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HDP’ê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir

 

“EM BI HEV RE BI SER KEVIN”
HDP’Ê BELGEYA XWE YA HELWESTÊ EŞKERE KIR

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê li paytexta Tirkiyê Enqerê deklarasyona bi navê “Deklarasyona banga li demokrasî, edalet û aştiyê” eşkere kir.

Hevparên HDP’ê, partî û rêxistinên çepgir, demokrat jî bi nûner û rêveberiya xwe tevlî civîna HDP’ê bûn.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar destnîşan kirin ku ew bi deklerasyona xwe bang li hemû alî û pêkhateyan dikin ku ji bo çareseriya pisgirêkan bi HDP’ê re berpirsyariyê bigirin.

Hevserokan diyar kir ku ji bo lêvegera demokrasiyê destpêkê lazim e pergala hikûmeta serok-komariyê were bidawîkirin û nîqaş li meclisa xurtkirî werin meşandin û wiha gotin:

Îro roj di bingeha pirsgirêkên binyadî yên aborî, siyasî û civakî de Pergala Yekzilamî heye. Ji bo ev pergal bi dawî bibe, pêkanîna tifaqeke li ser prensîban û ji bo siberojeke demokratîk, hilbijêrên HDP’ê roleke sereke dilîzin.

Namzetê Serokkomariyê çi ji HDP’ê dibe çi ji partiyeke din, em dixwazin ku li şûna namzetan rêbaz û prensîban nîqaş bikin.

Ji ber ku veguherîneke demokratîk, bi rêbaz û prensîban û bi gotûbêj û rêkeftinê tê avakirin, ne bi kes û namzetan.

Serokkomarê ku dê bê hilbijartin jî, rol û erk û mîsyona xwe, dikare li ser van esasan pêk bîne.

Hevserokan destnîşan kir ku kîjan aliyên civakî û aktorên siyasî li dor rêbaz û prensîbên HDP” bixwaze danûstandin û gotûbêjan bike, ew amade ne ku bi wan re bimeşin û têkoşîneke hevpar û rêveberiyeke hevpar ava bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv