Li ser banga HDP’ê bi sedan kes li pêşiya avahiya HDP’ê ya Rihayê kom bûn.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlementerên HDP’ê jî beşdarî hevdîtina bi gel re bûn.
Ferît Şenyaşar a bi dayîka xwe Emîne re ev 292 roj in, li ber edliya Rihayê nobeta edaletê digire jî beşdarî çalakiyê bû.
HDP TEVÎ ASTENGÎ Û QEDEXEYAN LI RIHAYÊ BI GEL RE CIVIYA
MÎTHAT SANCAR: TI HÊZ NIKARE DÎTINA ME Û GEL ASTENG BIKE
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar li vê derê xîtabî gel kir.
Mîthat Sancar li dijî astengî û qedexeyan wiha got:
Ti hêz nikare hevdîtina me ya bi gel re asteng bike.
Em ê bi dehhezaran kesî re bi civiyan e.
Niha dengê me digihe bi milyonan kesî.
HDP TEVÎ ASTENGÎ Û QEDEXEYAN LI RIHAYÊ BI GEL RE CIVIYA
MÎTHAT SANCAR: YA ANÎN SERÊ MALBATA ŞENYAŞAR MÎNAKA ZILMÊ YE
Hevserokê HDP’ê li ser polîtîkayên AKP’ê yên li dijî Rihayê bi berfirehî rawestiya û bal kişand ser xizaniya wê.
Mîthat Sancar bi nîşandana Ferît Şenyaşar têkoşîna malbata Şenyaşar a ji bo edaletê jî bi bîr xist û got:
Dayîka me Emîne nekarî were.
Em ê timî li gel wan û têkoşîna wan bin.
Ya anîn serê malbata Şenyaşar, asta zilmê nîşanî me dide û mînakeke bêedaletiyê ye.
3 mirov bi awayekî hovane hatin qetilkirin û dewlet heta niha tenê temaşe dike.
Doza edaletê ya Malbata Şenyaşar, ji bo vî welatî meseleya rûmetê ye.
HDP TEVÎ ASTENGÎ Û QEDEXEYAN LI RIHAYÊ BI GEL RE CIVIYA
MÎTHAT SANCAR: EM Ê LI DIJÎ FAŞÎZMA LI ZÎNDANAN TÊBIKOŞIN
Hevserokê HDP”ê li ser zilm û faşîzma li zîndanan jî rawestiya û got, tecrîd veguherandin pergala rêvebirina vî welatî.
Em ê li dijî kuştina li zîndanan têkoşînê bikin.
Bi vê têkoşînê, em ê azadiyê bînin vê xakê.
Mîthat Sancar bi rasthatina salvegera 11’an a Komkujiyê, şehîdên Roboskê jî bi bîr anîn.