Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HDP ji bo biçe Imraliyê û hevdîtinê bike serî li meclîsê da

 

PERGALA TECRÎDÊ YA LI ÎMRALIYÊ
HDP JI BO BIÇE ÎMRALIYÊ Û HEVDÎTINÊ BIKE SERÎ LI MECLISÊ DA

Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve agahî ji Rêber Apo û girtiyên li cem wî Omer Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin.

Parlamenterên HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Huseyîn Kaçmaz ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin.

Di serlêdanê de parlamanteran bal kişand ser van xalan:

Li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind, Abdullah Ocalan ê ku bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve ti agahî ji wan nayê girtin.

Herî dawî 25’ê Adarê derfet ji malbatan re hate dayin ku karibin bi rêya telefonê bi xizmên xwe re biaxivin, lê axaftina wê demê ya telefonê ya bi Ocalan re jî ji ber sedemeke nediyar nîvco hatibû hiştin.

Axaftina bi Hamîlî Yildirim re jî kurt bû û Konar û Aktaş diyar kirin ku ew ‘tecrîdê şermezar dikin’, lewma axaftina bi telefonê red kiribûn.

Xizmên wan ji hingî ve agahiyê ji wan nagirin, ji ber rewşa wan a tenduristiyê û jiyana wan bi fikar in.

Parêzeran jî serî li komîsyona me dan û xwestin ku bikevin dewrê.

Malbatan her wiha serdana koma me ya li Meclîsê kirin û di vê mijarê de fikarên xwe parve kirin.

Ji bo çareserkirina binpêkirina mafên mirovan û fikaran divê komîsyona me serdana Girtîgeha Îmraliyê bike.

Li aliyê din Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş beştaş jî tecrîd bir rojeva civata giştî ya meclisê.

Meral Daniş beştaş destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li ser tevahiya Tirkiyê hatiye ferzkirin û bang li wezîrê dadê kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv