Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HBDH’ê dest bi seferberiyeke nû ya têkoşînê kir 12.10.2020

Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan (HBDH) seferberiyeke nû ya têkoşînê da destpêkirin û got, “Heta ku dijmin têk diçe û faşîzm hilweşe em ê nesekinin.”

 

HBDH’ê ji qadên gerîlayan heta hucreyên fabrîkeyan, rêxistinên qadê û hêzên milîsan û heta kedkar, karker û jin û ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku bila faşîzmê hilweşînin.

Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Îro li Tirkiye û Kurdistanê kedkar di nav hejariyê de ji jiyanê tên qewirandin. Jin her roj dibin cangoriyên pergala cînayet û êşkenceyê. Ciwan di dibistan û kargehan de bênefes dimînin. Înkar û îmhaya li ser gelê Kurd bênavber didome.

Dewleta faşîst ji bo ku serweriya xwe bidomîne, her roj şîddeta xwe ya li ser bindestan zêde dike û tu encamê ji van êrîşan bi dest naxe. Krîza ekonomîk û siyasî her roj zêde dibe. Desthilatdarî diheje û ew jî hay ji vî tiştî hene. Ev hovîtî û êrîşkarî tê wateye bêhêzbûna wan û diyar dibe ku wan ji êrîşên heta niha tu tiştek bi dest nexistine.

FAŞÎZM BI ŞER RE DIKARE BISEKINE

Heta ku hêzeke dijberî wê dernekeve holê faşîzm ne disekine û ne jî tune dibe.Faşîzm bi şerê li dijî wê dikare were sekinandin. Rêya hilweşandina faşîzmê jî bi her cure û metodên têkoşînê mirov li dijî wê têbikoşe. Tekane rêya rizgarbûna ji faşîzmê Şoreşa Yekgirtî ye! Ji roja ku Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan (HBDH) hatiye avakirin, ji bo hilweşandina faşîzmê em têdikoşin. Têkoşîna me roj bi roj geş dibe û em gav bi gav nêzî armanca xwe dibin. Berdêla ku em didin ne biryardariya me kêm dike û ne jî têkoşîna me qels dike.

Divê hemû bindest bizanibn ku heta ku dijmin têk biçe û faşîzm hilweşe em ê nesekinin! Heta ku encam mûhteşem be û em tevî bindestan wê cejnê pîroz bikin, em ê şer bikin! Bi van bîr û baweriyan em kampanya û seferberiyeke nû ya têkoşînê didin destpêkirin.

Zimanê ku faşîzm jê fêm dike, zimanê çalakiyên şoreşger e. Tekane peywira hêzên şoreşê ev e ku li dijî desthilatdariya faşîst alaya şoreşê li her qadê bilind bike. Li ser bingeha seferberiya desthilatdariya faşîst em ê li desthilatdariya faşîst bidin. Desthilatdariya faşîst wê li her qadê bibin hedefa hêzên Şoreşa Yekgirtî.

Roj roja tevlêbûna vê seferberiya şoreşgerî ya li dijî faşîzmê ye. Divê hemû hêz û gelên me, tevlî vî şerê li dijî faşîzmê bibin, hemû derfetên di destê xwe de pêşkêşî têkoşîna Şoreşa Yekgirtî bikin. Têkoşîna Şoreşa Yekgirtî tekane zemîna têkoşîna têkbirina faşîzmê ye. Em bang li hemû bindest û gelên xwe dikin ku tevlî nav refên têkoşîna şoreşa yekgirtî bibin û seferberiyê geş bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv