Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hatîp Dîcle: Dewleta Tirk dest bi konsepteke nû ya qirkirinê kiriye

 

HATÎP DÎCLE JI ANHA RE AXIVÎ:
DEWLETA TIRK DEST BI KONSEPTEKE NÛ YA QIRKIRINÊ KIRIYE

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle li ser tevgera dagirkeriya Tirk ya di 24’ê nîsanê li dijî Zap, Metîna û Avaşînê dest pê kir, ji Ajansa Nûçeyan a Hawar, ANHA’yê re axivî.

Dîcle dibêje dewleta Tirk bi zanebûn û bi planeke taybet tevgera dagirkeriya dawî rastî roja salvegera qirkirina ermeniyan aniye û vê îdîayê dike:

“Dewleta Tirk bi tevgera bi vê rojê vê peyamê dide gelê Kurd. Çawa ku me Ermenî, Asurî/suryanî û Ermenî qir kirin, niha jî dora qirkirinê ya we Kurdan e.”

Dîcle anî ziman ku dewleta Tirk konsepta şerq islahatê aktîv kiriye û ev hişyariya girîng kir:

“Ev konsepta qirkirinê ya ku îro tê meşadin, ne tenê li dijî li Bakurê Kurdistanê ye. Bi van êrişan re hemû Kurdan dikin hedef. Planên Tirkiyê dagirkirina Başûrê Kurdistan û heta Mûsil û Kerkûk in,

HATÎP DÎCLE JI ANHA’YÊ RE AXIVÎ:
BILA MESRÛR BARZANÎ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ YÊN DEMA REFERANDÛMÊ BÎNE BÎRA XWE

Hatîp Dîcle gotinên Serokwezîrê Başûrê Kurdisanê Mesrur Barzanî yên wekî “Tirk tenê li dijî Kurdên PKK’yî ne” rexne kirin û got: Di dema referandûmê de kê neyartiya wan kir? Ma ne dewleta Tirk û Erdogan bûn?

Dîcle bêdengiya Emerîka û Yekitiya Ewrûpayê wekî piştgiriya ji bo siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk nirxand û got: Qirkirina Ermeniyan bi çavdêriya Almanan pêk hat. Niha jî bi bêdengiya wan xetereya qirkirina Kurdan heye.

HATÎP DÎCLE JI ANHA’RÊ RE AXIVÎ:
RIYA PÊŞÎ-GIRTINA LI QIRKIRINÊ YEKBÛYÎNA GEL Û GERÎLA YE

Hatîp Dîcle rêveberiya Hewlêr û Baxdayê jî, ji ber bêdengiya li hemberî dagirkeriya Tirk rexne kir û ji wan xwest ku planên qirêj ên Tirkiyê bibînin û li gorî wê helwesta xwe nîşan bidin.

Siyasetmedarê bi tecrube got riya têkbirina konsepta qirkirina dewleta Tirk jî, yekbûyîna gel û gerîla ye û herî dawî ev peyam da:

Ji bo pûçkirina wê plana qirkirinê tenê riyek heye. Ev rê jî, riya yekbûyina gel û gerîla ye. Ev yek jî ne tenê ji bo Bakur, divê ji bo hemû parçeyan pêk were.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv