Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Halîl Cemal: ‘Em careke din guh bidin banga Rêber Apo û Kobanê biparêzin!’

 

EM CAREKE DIN GUH BIDIN BANGA RÊBER APO Û KOBANÊ BIPARÊZIN!
HALÎL CEMAL / ANHA

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê bê navber berdewam dikin. Jîngehên gel bombebaran dikin, gelê sivîl qetil dikin û hewl didin Kobanê bê mirov bihêlin da ku bikaribin bi hêsanî dagir bikin.

PDK girtina deriyên Sêmalka û Welîd didomîne û serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî her wekî ku xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyê dike, li gel hin partiyên li Bakurê Kurdistanê dest bi civînan kiriye.

Çalakiya ji bo şehîdên Xelîfanê 100 li dû xwe hişt lê PDK israra xwe ya ji bo radestnekirina cenazeyên şehîdan didomîne. ENKS ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke alaveke şerê taybet ê dewleta Tirk dixebite, di serî de ciwan, hemû dînamîkên şoreşger û demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û hewl dide wan krîmînalîze bike.

Li gel van tevan jî çapemeniya PDK’ê û qelemşorên wê jî hewl didin sûcên dermirovî û dijminahiya dewleta Tirk a faşîst meşrû bikin.

Bi nêzîkbûna salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji DAIŞ/dewleta Tirk re, PDK û dewleta Tirk li dijî herêmê êrişên xwe zêde kirin. Li gel civîna Astanayê jî dest bi vê pêvajoya êrişan kirin.

Êrişên wekî yên niha dewleta Tirk bi desteka nokeran dimeşîne, me di sala 2014’an de jî dîtibûn.

“Plana Têkbirinê” ku di civîna MGK’ê ya 30’ê Cotmeha 2014’an tê de biryara qirkirina Kurdan dan, ne tenê li Bakur, li her dera Kurd lê ne, dan xebitandin.

Berxwedan li Bakur û Kobanê li dijî êrişan her ku çû mezin bû û 1’ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê hate îlankirin û ji her dera cîhanê piştgirî hate xwestin.

Li hemberî vê yekê, dewleta Tirk a faşîst roja 29’ê Mijdarê êrişî Kobanê kir, bi wesayîtên teqemenî lê barkirî êriş kir.

Kobanê di 26-27’ê Çileya 2015’an de hat rizgarkirin. Bi rizgarkirina Kobanê re, baweriya ku DAIŞ têk naçe, hate şikandin.

Vê encama li Kobanê dewleta Tirk a faşîst dîn kir û êrişên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê zêde kirin, bi fikra ku ji bo serkeftina li Başûr an jî Rojava, teqez divê berxwedana Bakur bişikîne. Çawa ku li wir bi pêş ket, ji Efrînê dest bi dagirkirina Rojava û Başûr kir.

Îro heke em dixwazin bersiveke rast bidin pirsa li Kobanê çi diqewime, divê em vê paşperdeyê bibînin. Nexwe em ê DAIŞ’ê ku “rêxistineke çêkirî” ye û qirkirina Kurdan bi deste wê tê meşandin, fêm nekin.

Niha bi 7 salan piştî azadkirina Kobanê, dewleta Tirk a faşîst ku di sala 2014’an de bi DAIŞ’ê êrişî Kurdan kir, tevî artêş û çeteyên xwe yên mêtinger êrişên xwe didomîne. Mîna DAIŞ’ê bi hedefgirtina sivîlan hewl dide atmosfereke tirsê biafirîne û li ber çavê cîhanê vê yekê dike.

Heta ku ruhê gerîla, Şengal û Kobanê bijî, dê faşîzm rehet nebe û felsefeya rêber Apo ya ku vî ruhî vedihewîne, teqez dê faşîzmê hilweşîne û pêşengiya avakirina Rojhilata Navîn a azad û demokratîk bike.

Ji bo vê jî dem hatiye ku bi yekitiya Kurdan û gelan, Kobanê were parastin. Ev parastin di heman demê de tê wateya rabûna li ber xiyanetê û mehkûmkirina hevkariyê.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv